Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
Rêber Apo ji bo netewperestiyê dibêje; “Nexweşîna civakbûyîn a bi zivire hîsteriyê, bi pergala qapîtalîst a ber bi têşeya faşîst û dewleta totalîter ve biçe re bi awayek serê hesp diçin. Encam, xwekuştina qapîtalîzmê ye. Şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn di vê wateyî de pergala ku netewperestî bi awayek pir zêde hatî bikaranîn re ava bûye wek çalakiyên xwekûştinê jî dikarin bê nihêrtin…
Netewperestî ola qapîtalîzmê ye. Netewperestî riya ku ya qapîtalîzmê ber bi serdestiya xwe ve dibe ye. Netewperestiya Filîstîn û Îsraîl ya Filîstînê û Îsraîlê xistiye çi halî li holê ye. Netewperestiya Tirk ya Tirkiyeyê aniye çi noqteyî diyar e…
Ger netewperestî neyê astengkirin ev rewşa li Qidûsê tê jiyîn dibe ku sibê li Kerkûkê jî pêk were. Lewra di netewperestiyê de hîstiyarî (xwînsarî) tune ye, kes kesî guhdar nake, ji diyaloga demokratîk re girtî ye.”
Bi bêjeyeke din; Netewperestî urek penceşêrî ye. Her tim asteng dike ku rih, mejî û beden baş bibe. Bi nexweşî dihêle. Kesên di hêla rih û mejî de nexweş be pir zahmete bi kesên din re bi awayek tendûrist têkilî dayne. Çewa ewqas zahmet e kesên wisa li hemberê xwe jî bêbawer û bê tendûrist in. Zihniyeta yên wiha; nahêlin rakevin, biaxivin, têkilî deyinin, li hev bikin, aşitiyê bikin. Tam berovajî agresîf dibin. Di encamê de kesên wiha yan dibin mazoşîst êrîşê xwe dikin an jî dibin sadîst û êrîşên li derveyê xwe dikin.
Netewperestî di cewhera xwe de ji ber derveyê xwe nasnake di cewher de xwe nasnake ye. Ev nêzîkatiya nexweşîn dibêjin “Hemû cîhan bi min re dawî dibe” û di encam de bi “Tirkek berdela hemû cîhanê ye” noqte dibe.
Cewhera wê netewperestî xirûfiyeke û xencereke ku di dilê mirovahiyê de hatiye çikandin e.
Balkêş e ku GDO ango Organîzmayên ku Gena wan hatî guherîn jî qeraqtêrek wek e netewperestiyê nîşan dide.
Mînak:
A-GDO jî heman wek e netewperestiyê bi awayek sûnî hatine çêkirin. Piştî nijadperestî teşhîr bû, li ser esasê qamûflekirina naveroka wê ya siyasî û bîrdozî bikin têgeha netewperestiyê wek e riyekê berjewendiyên qapîtalîstan veşêre hat pêşxistin. Balkêş e ku, îro jî têgeha “Organîzmaya zindî ya hatî guhertin” di cihê têgeha “Organîzmaya gena wê hatî guhertin” ji aliyê DYA ve bi armanca aşkirina hîstiyariya rayagiştî ya li ser muhendisiya gen derketiye holê.”
B-Netewperestî zirarek çewa daye gel, bawerî û civakên din her kes hovîtiya Hîtler a li ser Yahudiyan kirî dîtin. Her kes qirkirina ku Îtîhat-î Terakkiyan a li dijî Ermenî, Sûryanî, Pontusan pêkanî dît.
“Nebat ku ji aliyê şîrketên mezin ve hatin hilberandin û gena wan hatine guhertin rîskeke ekolojîk a cidî çêdike. Nebat ku ji aliyê şîrketên mezin ve yên li dijî herbisiteyên fasulyan hatine hilberîn, dibe sedema tunebûna bîocûrebûyînê û pir zêde xerckirina çandiniya kîmyewî. Her wiha genên berxwedêr a herbîsît davêjin ser nebatên bi zirarî dibe ku ev jî rê li ber nebatên pir dagirker “Super bi zirar û ziyanî” veke. Nebatên weke fabrîqeyên Pestîsît tên amadekirin, bi genên ji baqterî, dupişk, mar û mozên keran tên radigihîn ser nebatên ku ji bo toksîn û ‘venom’ hilberînin gena wan tên guherandin, dibe ku cureyên zirara xwe tunebin tehdît bikin û di zirariyan de berxwedêriyê pêş bixe û bi vê re jî “dibe zirariyên super derxîne holê.”
C- Netewperestî hemû rengên din dike yek û qisirbûyînê pêş dixe.
“Masiyên gena wan tê guhertin dibe ku bi cureyên xwezayî re bikeve têkilî û bîocurebûyînê tune bike. Masiyê gen hatiye ragihîn wek e cureya masiyek egzotîk a taybet bê nirxandin. Cureyên egzotîk a tevlîbûna nîvgenî, dibe bandorên cidî yên nayên texmînkirin ava bike. Ji Zanîngeha Kalîforniya Davîsê Peter Moyle cureyên egzotîk a tevlî cureyên masiyên heremî bûne tunebûna wan wek e “Bandora Frankenştayn” tê bi navkirin.”
Kî/ê dikare bibêje netewperestî li ser civakan bandora Frankenstayn nake?
Ç-Civakbûyîn xwe dispêre rêzgirtina beranberê hev e. Her hebûn pir tekane ye û wek tekane jî pir girîng û bi nirx e. “Hemû cureyên xwedî hîs û hişmendiyê, kêzikên biçûk jî din av de, beranberê hev bi hiskirin nêzîk dibin. Di ser êşê de çûyîn û xwe gihandina kêfxweşiyê mafê me hemûyan e.”
Lê netewperestiya wek sixte hatî avakirin ev bûyera hêst û hîskirin tune ye. Di Netewperestiyê de hêst tenê û tenê di gotin de li ser rengê xwe di asta xeşimiyê de ye.
Helbûkî di eko-sîstemê de: “Di çanda cotkariya ekolojîk de teknolojî û aboriyan, xwe dispêre yekparebûna xwedîkirina nebat û sewalan e. Avêtina yekê ji bo ya din madeya xwe xwedîkirinê ye; pêşberî hev û bi du alî têkiliyek heye. Berhemên tenişta nebat ga, zêdehiyên gayê jî axa ku nebatan xwedî dike zexim dike. Nebat tenê liban nade, di heman demî de darikên ku êm û madeyên organîk çêdike jî dide. Nebat; ji bo mirovan, sewalan û gelek organîzmayên di axê de nirxên zexîreyê dide. Ev axên ku wek e organîk xwedî dibin ji bo behrem zêde bike ji milyonan mîkroorganîzmayê re malevanî dike. Baqterî darikên ku cotkar di erd e dihêlin li ser lîfên selûloz a wan xwedî dibin. Di her donimekê de 100 an jî 300 kg amîp bi van baqtêriyan xwedî dibin û lîfên bûne komir ji aliyê nebatan ve êdî dikarin bên rakirin e. Di her grama axê de 100.000 xevzêl (yosun) ên ku madeyê organîk çêdike û azot a di girîngiya jiyanî de ye, heye. Din ava her hektarî de, di navbera tonek an jî du ton de karok (mantar) û malbata kuliyan, ‘weke nermokî û mişkê binerdê ‘makro fauna’ dihewîne. Mişkên di bin erdan de jiyan dikin axê vedikin bi hewa dikin û qapasîteya av girtina axê zêde dikin. Pîrêpîrê, çil ling û kêzîk madeyên organîk ên li ser ruyê erdê hûr hûr dikin û dizivirînin heblûlkên ku dewlemend dike ye.”
Ekosîstem ku wisa ye, civakbûna ku ji malûqatên eşrefî ya ku zindiyeke herî taybet a eko sîstemê ava bûye gelo di Civakên Xwezayî de, di civakên nehatine jehrîkirin çewa bû (?) pirsek wisa bê pirsîn herhal dê pirsek di cih de be.
D- Netewperestî dînbûyînek e (teradînî ye). Ma vê teradîniyê Hîtler nîşan nedabû? Tiştên li Qidûs diqewimin nîşan nade? Şovenîzm û netewperestiya Tirk ku weke gayê dîn bûyî dixwaze êrîşê her derî dike vê yekê baş nîşan nade?
Her me gotiye Gayê Dîn; “Gayê Dîn di çandiniya endustrî de” berhema binpêkirina sînorê ye. Berhema binpêkirina sînorê ya di navbêra giyaxwar û goştxwaran e. Binpêkirina sînorên di navbêra nêzîkatiyek exleqî ya li hemberê zindiyên din û mêtîngeriya sewalan a bi awayek hovane ku li ser navê lêgerîna dewlemendiya herî zêde û çavbirçîbûna mirovan têr bike ye.”
Eger em bi gotineke din îfade bikin, ji bo zêdetir dewlemend (kar bidest bixin) bibin 1,2 milyon ton leşê sewalên ku li Brîtanya nexweş ketibûn û miribûn di sala 1987’an de “Di fabrîqeyên veguhezandinê de” anîn halê yêma sewalan BSE (Bovînhe Spongîform Encephalopathy ango singeriya Bovîn-ensefalopatî) ango nexweşîna Gayê dîn çêkir. Û ev nexweşîn evcar zêdehiyên gayên nexweş ketî wek yêm dane gayên ku bi tendûrist bûn û ev nexweşîn belavtir bû. Heman çewa bi xeyalçêkirina vala û mirî ya netewperestiyan re qapîtalîstan qezanc bi destxistin re eynî ye.
Em dikarin danîna berhev a GDO û netewperestiyê hineke din jî dirêj bikin.
Lê em zanibin ku; “Bîocureyî ji bo herî xizanan re çavkaniyek jiyanê ye…
Ji bo şîrketên GDO’yê pêş xistî nebata bi zarar, ji bo civakên deştê dermanek an jî zexerî ye.
Têkiliyên simbiyotîk ên di navbêra nebatên cuda hilberîna nebatê zêde dike.”
Çewa wekî ku sosyalîzm ango civakbûyîn mirovahiyê cureyî dike û azad û bi tendûrist dike ye…
Û çewa ku tiştên ji bo qapîtalîstan nebaş be ji bo giştî mirovahiyê baş e, heman wisa ye!
Daneyên derbarê GDO yê: ji pirtûka Ronakbir, lêkolîner û aktîvîstê Hawirdor û ekolojîk a Hîndîstanî Vandana Shîva ya bi navê Hasata Hatî Dizîn-Şelandina Zexîreya Kurewî hatî girtin.