NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Kcoa li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Du testa 5 hezar û 35 kesan hate çêkirin û îro gihişte 7 hezar û 286’an. Îro 1 hezar û 196 kes bi vîrûsê ketin. 16 kesên din ji ber vîrûsê mirin. Bı vê re hejmara welatiyên me yên mirin gihişte 75’an. Her wiha 3 hezar û 629 kes jî bi vîrûsê ketine. Bang li we dikin ku li gorî tedbîran tev bigerin.”