NAVENDA NÛÇEYAN
Me sala 2012’an li pişt xwe hişt. Hem wek hêzên HPG hem jî hêzên YJA Star tiştên ku em binirxînîn pirin. Ji boy me ev sal çawa derbas bû, destkeftiyên me çi bûn. Tiştên ku me wek hedef danîbûn pêşiya xwe çibûn û em di kîjan astê de gihijtin van armancên xwe. Birastî jî ev sal ji bo me pir girîng derbas bû. Mirov dikare bêje, di dîroka şerê me de tu sal qasî vê salê tijî der bas ne bûye. Bi taybet jî salekê wisa bû ku, ne tenê wek hêzên YJA Star û hêzên HPG’ê jî bi giştî wek rêxistin, gelê Kurd û Rojhilata navîn jî salek pir cuda bûyînên xwe û girîngiyên xwe hebûn. Ya herê girîng jî di vê salê de tecrîdek pir giran li ser Serokatiya me hebû. Ger ku di hundirê vê salê de pêşveçoyînên pêvajoyê mirov binirxîne, wek tevger jî encamên ku em gihîştinê jî pir zelal ber çavin. Tê zanîn ku dîroka Tirka, çavkaniya xwe ji îmha û înkarê digre. Di roja meya îro de jî nunertiya wê hukûmeta AKP’ê dike. Pêşketinên di herêmê de û Rojhilata navîn de hatine çêkirin zêdetir, rewşa Serokatiya me rojevê de bû. Tecrîta ku li ser Serokatiya me tê meşandin jî, li ser sekinandinek ne hatiye çêkirin, her roj tecrît girantir kirine. Ji bo vê pêwîst dikir ku bersiv dayînek pir xurt were dayîn. Her wiha di armanca me de ne tenê tecrît rakirin, ya herê girîng jî azadiya Serokatî dest xistin bû. Dîsa ev jî ji bo me erkek wisa bû ku, bê azadiya Rêberê me tu tiştek nabe. Jî bo hêzên HPG’ê jî û wek gelê Kurd jî ji bo me tu tiştek bê Serokatî nabe. Lê tiştên ku mirov binirxîne jî pirin. Çend roj şunde emê bikevin salek nû, her wiha beriya vê jî salvegera tevkujiya Roboskî heye. Ji bo vê di serî de, di hundirê vê salê de hevalên ku şehîd ketine, dîsa 34 ciwanên ku di encama tevkujiyê de jiyana xwe ji dest dane em bi bîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Dîsa em dibêjin di serîde serê gelê Kurd, yê rêxistina gelê Kurd, mirovên Demokrat û mirovên welat parêz saxbe. Bi rastî jî ev sal, ji bo Dewleta Tirk û Hukûmeta AKP’ê jî wek salekê ku gav bavêje zêdetir, wek her tim siyaseta xwe ya îmha, tunekirin û komkujî desbi salê kirin. Komkujiya Roboskî jî, ji bo gelê Kurd mesajek bû. Gotin emê dîsa hebûna gelê Kurd, nasnameya wî û vîna wî nasnekin. Hemleya ku di serîde Rêberê me û bi giştî jî rêxistina me dayî despêkirin jî, bi navê Şerê Gel ê Şoreşgerî di hemleya çaremîn de ne hatibe despêkirin, wê qetlîamên wek Roboskî pir zêdetir jî pêşketibana. Di van rojên dawî de jî diyar bû ku, kesên vê buyerê pêşxistine ceza kirin zêdetir, hatin xelat kirin û pîrozbahî ji bo wan hat dayîn. Wek serkeftina dewletê û hukûmeta AKP’ê hat pîrozkirin. Niha siyaseta AKP’ê xwe li ser direwa dide avakirin. Ji bûna vê yekê jî, her tim bi rojevên cûda dide avakirin û mirovên ku vê siyasetê nasnekirine jî, dikevin bendewariyê de. Hukûmeta AKP’ê hertim dibêje, emê vê pirsgirêkê çareser bikin, emê gavên nû bavêjin, ev pirsgirêk ya me hemûyane hwd… gotinan dibêje. Lê belê wisa dide diyarkirin ku, ew dixwaze lê hin hêz ji bo wê dibe asteng. Ez di wê baweriyê de me ku êdî her kes vê siyasetê fêmkiriye û nas dike. Ji bûna vê jî wek gelê Kurd jî, wek rêxistin û bi taybet wek hêzên HPG’ê jî em li ser van mijaran şîrove kirin pir zêde pêwîstî nabînin. Mînak, gotinên wek ev Dewlet wê gav bavêje an na, wê hukûmet çareseriyê pêşbixe an na, gotinên pir valane. Siyaseta ku hukûmet dike jî pir bi plansaziyê. Mirov dikare bêje tu hêviyên me ji vê hukûmetê nîne. Ew dem pêwîste mirov dîroka dewleta Tirk pir baş bizane û nasbike. Bi taybet gelê me yê welatparêz, bi giştî mirovên ku wek mirov xwe dibînin û difikirin, yên ku ji bo çand û nasnameya xwe şiyar bûyînek wande hatiyê avakirin jî, pêwîste vê rastiyê pir aşkere bibînîn û rast şîrove bikin. Di demên qedîm de gotinek ji bo dewleta Tirk tê gotin, birastî jî gotinek cihê xwe deye. Dibêjin “bextê dewleta Tirkiyê tineye”. Bi rastî jî yê ku bextê wî tûne be, mirov nikare baweriyê jî bidê. Her wiha mirov nikare tu hêviyan jî jê bike.
Di vê salê de berxwedaniya ku me ji bo xwe esas girtibû, hebûn û azadiya xwe bi giştî destxistin bû. Pêşengtiya vê jî gerîlla da ser milê xwe. Bi rastî jî di dîroka me de heya niha erkên pêvajoyê her tim gerîlla daye ser milên xwe. Ev erk jî, ji bo gerîlla erkê herê serekeye. Di kêleka berxwedeniya gerîilla, berxwedeniya ku hevalên girtîgehan daye despêkirin jî, pir watedar bû û rûmeta gelê Kurd da diyar kirin. Her wiha ev çalakiya greva birçîbûnê jî, rewşa salê da diyarkirin. Dîsa berxwedaniya ku di Şemzînan de di bin navê tevgera Şoreşgerî dayî despêkirin jî, bandora xwe li ser hemû qadên leşkeri jî da çêkirin. Bê gûman di girtîgehan de jî ev derkete hole. Wek gerîlla jî erkên ku me dabûn ser milên xwe her çiqasî pêkanîna wan hatibe çêkirin jî lê dîsa jî erkên ku em pêkbînin pirin. Bê guman erkên ku dikevin ser milên wan jî hene lê, birastî jî bi deh hezaran hevalên di girtîgehan de, bi vî awayî çalakiyek dayîna despêkirin jî pir bi rûmete. Dîsa di hundirê salê de pir tiştên hatine kirin hebûn. Lê pir qadên lewaz jî man hebûn, wek qadên cîvakî di milên serhildan de asta xwe yên kêm mayî hebûn. Dikarîbûn erkên ku diketin ser milên wan pêk baniya. Bi taybet mijara ji bo me ya herî girîng jî wek hêzên YJA Star û hêzên HPG’ê ji bo me pêvajoyek nû bû. Ev jî tê wateya ku di aliyê şêwaz de, di jiyanê de, di taktik de, di şêwazê xwe yê tevgerandinê de, di lêhûrbûyînên xwe ve di hemuyan de pir cuda bûyîn hebûn. Birastî jî ev cûdabûyînên hatine çêkirin jî, bi xwe re mijarên pir girîng jî da avakirin. Bi taybetî derket holê jî, ev girîngbûyîn dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê xist tengasiyê de. Ev tengasî hêjî berdewam dike. Lê, di hundirê salê de tişta herî girîng ji bo me çibûn, erkên me çibûn û milên ku em têde kêm man çibûn? Ev mijar ji bo me hêjayî nirxandinê ye. Hemleya ku li Şemzînanê hatî despêkirin jî, hişt ku hemû gadên Bakur jî bersiv dayînek pir watedar bi de çêkirin. Hemleya ku li Şemzînan hatî despêkirin jî li ser esasê hebûna xwe dayîna avakirin bû. Ya dûyemîn jî azadiya xwe dest xistin bû. Bê gûman ev hemû pêk nehatin milên xwe yê serkeftî jî hebûn milên wê yê kem mayî jî hebûn.
Tevgera me ya Şoreşgerî ya ku me di vê salê de da despêkirin li hember derew û gotinên artêşa Tirk û hukûmeta AKP’ê yên wek; “ me gerîlla xilas kir, hêza wa ya şerkirinê nemaye, hêviyên wan şikestine hwd… bû bersivek herî mezinJi ber vê, hukûmeta AKP’ê bi rêbazên cûda li ser gel şerê taybet da meşandin. Di bin navê operasyonên KCK’ê de bi hezaran xebatkar, jin, ciwan û welatparêz hatin girtin. Her wiha dixwast bi riya van girtinan bêje, yê ku ji bo çanda xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe, hebûna xwe û vîna xwe tekoşîn bike û li berxwebide wê cihê wan girtîgeh be. Di heman demê de, zordestî li ser çapemenî û mirovên Demokrat jî da çêkirin. Dîsa çapemenî hişyar kir û got; di nirxandin û nûçeyên were kirin de wê bi temamî li ser esasê berjewendiyên AKP’ê be. Plansaziyê ku ji bo sala 2012’an daniye pêşiya xwe jî digot; ezê hem di milê siyasî de, hem jî milê dîplomasî de bi cîranên xwe re bê pirsgirek derbas bikim. Her wiha dîsa digot; pêşketinên di milê Rojavayê Kurdistanê de tên çêkirin jî, ezê asteng bikim hwd… Lê, ev plansaziyên wê danîne pêşiya xwe çênebûn. Hukûmeta AKP’ê bivan nêrînan re kete salê. Mirov dikare bêje, hêzên YJA Star û hêzên HPG’ê di hundirê vê salê de nêrînên hukûmeta AKP’ê vala derxistin. Ev vala derxistin jî di hemû qadên gerîlla de xwe da nişandan û bersiva wan jî da. Ev rihê ku bi hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî hatibû despêkirin di serî de li Şemzînan û li her qadên gerîlla de xwe da nîşandan. Ev jî bi xwe re berxwedanî û pêşketinên Rojavayê Kurdistanê anî. Gelê Kurd azadiya xwe bi destxist, hebûna xwe da avakirin û got; em êdî ne Kurdên berêne ku, em ne karibin siyaseta xwe bikin. Di Rojavayê Kurdistanê de ji bo hebûn û azadiya xwe berxwedanî dane dêspêkirin. Ji bo parastina vê berxwedaniyê jî, erke herê sereke hêzên YPG’ê danîne ser milên xwe. Ev rih jî çavkaniya xwe ji rihê 34 salên ku bi destê Serokatî hatiye avakirin ve girêdayiye. Di demên herê dawî de, berxwedaniya ku Serê Kanî dayî raberkirin jî ev rasatî bi awayek zelal da nişandan.
Di sala 2012’an de mijara herî girîng jî, di hêzên YJA Star û yên HPG’ê de rihê serkeftinê û canfedayîtî bû. Ji ber ku ev rih û îdeayê serkeftinê pir pêşde bû. Hemû hemleyên ku li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî pêşketin jî li ser vî rihî pêşket û xwe da diyar kirin. Beriya vê çend sala Serokatî van gotinan anîbû ser ziman, digot; “em di demên şoreşêdene, şoreş nêzbûye, çareserî nêze, hûnê bi xwe vê çareseriyê ava bikin. ji kesî nexwazin. Yê ku pêşengtiya vê jî bike gerîlla ye û yê ku bigre saxlemiyê(têkûziyê) jî gerîlla ye.” Divan mijarane de kûrbûyîn hate çêkirin. Encamên ku em di sala 2012’an de gihiştinê jî, xwe gihandina rihê serkeftinê û di vê mijarê de fêmkirinek kûr dayîna çêkirin bû. Îdeaya me xurte emê sala 2013’an jî bi vê rihê pêşwazî bikin û tevlîbûyîna xwe bidin çêkirin. Di hûndirê vê salê de mijara ku me têde pir zehmetî kîşand jî israrkirina hevalên me bûn. Ji ber ku, hemû hevalên me jî dixwastin tevlî hemlê bibin. Hemû heval jî dixwastin di eniya herî pêş de cih bigrin û pêşengiya pêvajoyê bikin ji bo ku ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Mirov dikare bêje berpirsyariyek di asta herî jor de dihat jiyan kirin. Bi xwastek û îdeayek pir mezin ev didan raber kirin. Bi rastî jî di nava PKK’ê de rihek wisa hatiye avakirin ku, kes nikare pêşiya wê bigre. Di vê salê de serkeftina herî mezin û rûmeta hatî dest xistin jî ev rih bû. Her çiqas kêmasî û lewazbûyînên me hebin jî, lê wê ev rih me bibe azadiyê. Wê ev rih azadiya Serokatî misoger bike. Ev rih rihê hemleya çaremîne. Ji bo me serxistina vî rihî fedayî, pir girînge. Ev rih jî rihê Şerê Gel ê Şoreşgeriye. Wek hêzên YJA Star jî ev sal ji bo me pir cûdabûyînên xwe hebûn. Tê zanîn ku di pergala baviksalarî de xwe parastin, şerkirin, mafê xwe xwestin hwd… ji bo jin tu carî nayê kirin û dibêjin jî jin nikare, lewaze, hêza wê nîne. Bi gotinên wisa didin raber kirin ku jin tune dikin. Lê, di hûndirê rastiya PKK’ê de diyar bû ku, tiştên ji bo jin tê gotin ti girêdana xwe bi van gotinan re nîne. Di heman demê de jî rastiya jin jî, vê pir baş danî holê. Ev jî rastiyeke ku, hişmendiya baviksalarî xwe li ser hişmendiya jin daye avakirin. Birastî jî di vê salê de hevalên jin di asta jor de tevlêbûyîn dan çêkirin. Misyonên xwe di eniya herê pêşte bi eqid bûyînek û bi cesaretêk pir xwînsar pêk anin. Her wiha hêzên YJA Star ne tinê çalakiyên xweser de, bi gişti tevlêbûyînên wan yê gişti ji hatin çêkirin. Erkên pir giran jî danîn li ser milên xwe bi biryarek xurt di pêşte meşiyan. Ev tevlêbûyînên hevalên jin bi xwe re îdeayek pir xurt ji da nişandan. Mirov dikare bêje, di hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî de tu gotin, li ser tevlîbûyînê hevalên jin nayê gotin. Bi giştî hêzên YJA Star di nav vê hemleyê de ji hev morel, heycan, hêz û xwastek digirtin. Di nav wan de girêdan bûna hevaltîyê pir xurt bû. Birastî jî me ne dizanî şev û roj çawa derbas dibû. Me ne zanî ev sal çawa ewqas zû derbas bû. Ji ber ku di vê salê de me azadî ji nêz ve hîs kir. Her wiha ya herî girîng jî, em gavek din nêzî azadiya RÊBERTİYA xwe bûn. Dîsa me dît ku ev jî bi xwe re azadiya jin tîne. Em di vê baweriyê de ne ku tu tişt nikare ji îro pêde li pêşiya hêzên YJA Star bibe asteng ji bo ku azadiya jinê, dîsa ya tevahî mirovahiyê bi dest bixe. Derket holê ku dema mirov di bingehîn de biryarek xurt bide, di xwe gihandina azadiyê de wê ewqas zehmetî neyê kişandin. Me berê jî çalakiyên xwemal dikirin lê tu sal wek vê salê nîn bû.
Di dîroka şerê me yê hêzên YJA Star de cara yekemin li Garzanê 15’e hevalên me yê jin şehîd dikevin. Ev şehadet jî hêla ku, em li ser şêwaz û kêmasiyên xwe bisekinin û lêhûrbûyîn bidin çêkirin. Ewqas ezmûnên me yê şer heye, lê çima ewqas hevalên jin bi hevre şehîd dikevin. Me li ser van kêmasiyên xwe perwerde dît û lêhûrbûyînên xurt dan çêkirin. Em vê jî pir baş dizanin ku di dîrokê de cara yekemîne artêşa jin a xweser ava dibe. Ev artêşbûyîn li ser esasê mafên xwe û yê tevahî jinan parastin hat avakirin. Ya girîng jî artêşek wisa ye ku bi ezmunên sala ve girêdayî pêşdikeve. Tu artêş bi taybet jî artêşa Tirk, nikare xwe li hember artêşa jin bigre. Artêşa YJA Star bi çalakiyên xwe û rihê xwe yê fedayî ev rastî ji tevahî cîhanê re da nişandan. Ev li her qadên gerîlla lê dijî hat diyar kirin. Jin hêza xwe ya parastinê derxist holê, hêza ku li hember artêşek û li hember dewletek bisekine da nîşandan. Bi dehan çalakiyên ku hêzê me yê YJA Star li darxistine, mirov dikare mînak wan bide. Ev çalakî li Dersîm’ê, li Amed’ê, li Çelê û li Şemzînanê pêşketin. Hêza ku me xwe gihandiyê de jî hêza ku Serokatî daye me ye. Em deyndarê Serokatî û hevalên şehîdin. Di heman demê de hevalên ku bi tevlêbûyînên xwe di vê pêvajoyê de, di asta fedayîtî de dan çêkirin û di hemû jiyana xwe de pêşengiya vê jî kirin hebûn. Hevalên wek heval Rojîn, Jîn, Rêvan, Zeynep, Nêrgiz, Viyan, Arjîn, Berfîn, Medya, Feraşîn, Bêrîtan û hwd… van hevalan nîşadan ku her jinek dikare di nava vê jiyanê de bibe xwe di kesayetek xurt, şerker û fedayîbûyînê bide avakirin. Ger ku Şoreşek çêbibe, wê di pêşengtiya jin de were çêkirin. Bê gûman di vê salê de hem di asta fermandar de hem jî di asta şervanan de tevlêbûyînên xurt hatin çêkirin. Serkeftinên me dest xistine em tu carî bes nabînin. Pêwîste ku em hê xurtir tevlêbûyîn bidin çêkirin. Ji ber ku em bi giştî parastina jinên Rojhilata navîn digrin dest. Mirov dikare bêje sala 2012’an ji bo hêzên YJA Star jî bi vê awayê derbas bû.
Sala 2013’an wê bibe sala hebûn û parastina her çar parçeyê Kurdistanê û wê bibe temamkirina kêmahiyên me yên sala 2012’an. Bi yek gotinê mirov bide xuya kirin di sala 2013’an çi pêwîst be wê were kirin. Ev di asta pêşengtî de dibe û yê fedayîtî de jî dibe. Gerîlla xwe ji bo serkeftinên herê asta jor de amade dike û xwe perwerde dike. Ne tenê yek aliyê de, li her aliyê jiyanê bigre heya çanda leşkerî û ser taxtîkên şer de her daîmî lêhûrbûyînan didin çêkirin. Mijara herî sereke jî gerîlla xwe ji bo azadiya Serokê xwe amade dike. Ji ber ku, gerîlla tu carî jî di xwe fedakirinê de gav paşde ne avêtiye. Di vê mijarê de tiştên ku li pêşiya me bibe asteng tuneye. Di be ku di hen mijaran de kêmasiyên me hebin, lê ev kêmasiyên me tu carî pêşiya me nabe asteng. Sala 2012’an jî da nîşandan ku ji her demê zêdetir em bi hêzin û tu hêz jî nikare pêşiya biryara me û girêdaniya me bigre. Ez ji bo ciwanên Kurd jî dibêjim ku, derfetên ku ketine destê we pêwîste hun dest ji wan derfetan bernedin. Divê bizanibin bi çi awayî erkên xwe yê dîrokî di asta pêşengtî de pêkbînin. Em wek gerîlla bi taybet jî wek hêzên YJA Star erkê ku me danî bû li ser milê xwe azadiya Serokatî bû, ev erkê me û berpirsyariyê me yê serekeye û emê di vê erka xwe de hertim bi biryarbin. Ji bo vê jî emê sala pêşiya xwe de vê pêkbînin û şoreşa gelê xwe û ya jinê avabikin. Emê Şerê Gel ê Şoreşgerî xurtir û dewlemendtir bikin. Em tenê Şemzînan û Çelê re sînordar nahêlin. Emê li her derê û li her qadê rihê ku hatî destxistin xurtir bikin. Emê serkeftinê misoger bikin. Hemû hêzên gerîlla jî li ser vê esasê lêhûrbûyîn didin çêkirin. Dîsa em dibêjin ku emê bi rihê APO’yî sala nû pêşwazî bikin. Em ji bo her mirovê ku ji bo azadiya gelan û avakirina jiyana azad têkoşîn didin serkeftinên bê dawî dixwazin.
Nalîn Dilpak