BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:
“Kurdistanê di dÎrokê de gelek caran li dijî hêzên mêtinger û qirker têkoşînên mezin meşand û di oxira azadiyê de gelek berdêl da. Gelê Kurdistanê her tim zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir û di dîroka têkoşînê de di nava şert û mercên nepêkan de jî têkoşîna xwe bênavber meşand. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ev mîrateya têkoşînê dewr girtin û di nava şert û mercên zehmet de li çiyayên Kurdistanê destanên berxwedanê yên mezin nivîsandin. Di nava têkoşînê de hin caran li pêşberî şertên giran ên xwezayê li herêmên dijwar windahiyên me çêbûn. Hevrêyên me Sûdad û Şoreş jî 1’ê Sibatê li Zagrosan dema bi wezîfeya xwe radibûn ji ber bapûkê şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûn wiha ne:
Nasnav: Sûdad Tolhildan
Nav paşnav: Hasan Alî Ahmed
Cihê jidayikbûnê: Rewanser
Dayik-Bav: Emîne-Alî
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Sibata 2020’an / Zagros
***
Nasnav: Şoreş Amanos
Nav paşnav: Mahmûd Haş Hemo
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Ehlam-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Sibata 2020’an / Zagros
Hevrêyên me Sûdad û Şoreş li parçeyên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn û di temenê ciwantiyê de ji bo azadiya Kurdistanê berpirsyarî dan ser milê xwe û tevlî nava têkoşîna gerîla bûn. Her tim hewl dan xwe bi pêş bixin û bi karkeriya xwe di nava hevalên xwe de bûn hevrêyên mînak. Her karên pratîk û perwerdeyê bi rengekî serketî kirin û pêşengî ji hevrêyên xwe re kirin. Hevrêyên me xwe di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de kûr û perwerde kirin. Heta kêliya ku şehîd bibin bûn şervanê azadiyê yên dilsozê nirx û gelê Kurd.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sûdad û Şoreş em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”