SÎDEKAN – Dewleta Tirk a dagirker gundên derdora Sîdekanê topbaran dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, dewleta Tirk a dagirker, ji danê sibê ve herêma Gerwa Zirara, Şêx Reş û gundê Lêtanî ya ser bajarokê Sîdekan a ser bi Herêma Biradostê, topbaran dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin standin, topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dewam dike. Heya niha nayê zanîn bê ka di encama topbaranê de ziyanek çêbûye yan na.