STENBOL – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasîsê wî Mazlûm Dînç di navbeyna 30’ê Adarê û 3’yê Nîsanê de ji bo ku biçine Imraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê, yên Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbatan diyar kirin heke wan nebin Imraliyê dixwazin bi lezgînî bi telefonê biaxivin.
Her wiha parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Ibrahîm Bilmez jî ji bo ku di navbeyna 30’ê Adarê û 3’yê Nîsanê de miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.