ENQERE – Desthilata rejîma Akp-Mhp’ê ya ji bo vîrûsa Korona li girtîgehan belav nebe ti devdîrek negirtiye, çareseriyê di dirêjkirina qedexeya li girtîgehan re dibîne.
Wezareta Edaletê ya Tirk ji bo qaşo ‘tedbîrên’ li dijî belavbûna vîrûsa Korona ya li girtîgehan di çarçoveya pêşniyarên Desteya Zanîsta Vîrûsa Koronayê du hefte din jî dirêj kiriye.
Wezareta Edaletê bi vê biryarê re serdanên parêzeran a ji bo saziyên înfazê yê ceza jî di nav de hemû serdan, ji derveyî destûrên taybet ên ji aliyê saziya înfaz a ceza, nexweş û rewşên ewlekarî ji bo du hefteyan hatine taloqkirin.