STENBOL – Şaxa Rêxistinê Efû ya Nanteweyî ya Tirkiyeyê ji bo berdana rojnamevanên li girtîgehan daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiye hiqûqa heyî bi kêfî bi kar tîne.
Rêxistina Efûyê diyar kir ku bi girtina Bariş Terkoglû, Bariş Pehlîvan, Hulya Kiliç, Mûrat Agirel, Aydin Kevser û Mehmet Ferhat Çelîk re mafê azadiya derbirînê hatiye binpêkirin.
Rêxistinê li ser girtina rojnamevanan fikarên xwe yên kûr anî ziman û got: “Darezandin ne bi pîvan in.”
Rêxistina Efû ya Navneteweyî da xuyakirin ku tavilê divê rojnamevan bên azadkirin.