NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanuş Cîhanpûr diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 3 hezar û 76 kes bi vîrûsa korona ketine û 139 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanuş Cîhanpûr bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di nava 24 saetên dawî de 3 hezar û 76 kes bi vîrûsa korona ketine. Bi giştî heta niha li Îranê 35 hezar û 408 kes bi vîrûsa korona ketine.
Cîhanpûr destnîşan kir ku 24 saetan dawî de 139 kesên din ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane. Heta niha li Îranê bi giştî 2 hezar û 517 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanuş Cîhanpûr eşkere kir ku heta niha 11 hezar û 679 kesên bi vîrûsa korona ketine sax bûne û şandine mal.