BIRADOST – Êrîşên dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Duh helîkopterên artêşa Tirk a dagirker, bi nizmî li ser asîmanê gundên Xelîfan û Lêtan yên Herêma Biradostê firiyan û gund gulebaran kirin.
Helîkopterên dewleta Tirk a dagirker nîva rojê û bi nizmî li ser gund difirin û gulebaran dikin. Di nava şêniyên gund de metirsiyek mezin çêbûye.
Hêjayî gotinê ye ji ber vîrûsa koronayê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Dewleta Tirk a dagirker tevî her tiştî jî, êrîşên xwe yên ser xelkê sivîl dewam dike.