NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku di nava rojekê de 23 kes mirine û 1815 kesên din nexweş ketine.
Wezîr diyar kir ku bi giştî 9 hezar û 217 kes nexweş ketine û hejmara nexweşan jî bûye 131.
Rojek berê hejmara miriyan 108 bû û bi giştî 7 hezar û 402 kes nexweş ketibûn.
Tirkiyeyê nexweşê pêşîn ê fermî di 10’ê Adarê de îlan kiribû.