BIRADOST – Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û topan gundên herêma Biradost bombebaran dike.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê didome. Di van kêliyan de bi balafirên şer û topan gundên herêma Biradost a Hewlêrê bombebaran dike.
Nûçegihanê Rojnews’ê ji herêmê ragihand ku di destpêkê de balafirên şer ên gundên Xelîfan, Sîran û Bozêne bombebaran kirin. Piştre jî bi topan û tankan gund bombebaran kirin.
Hate ragihand ku ziyan bi rez û baxên şêniyên gund bûne.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, Tirkiye dixwaze wan gundan vale bike, lê şêniyên gund bi ti awayî gundên xwe vala nakin.
Bombebaran didome.