NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê Twîterê daxuyaniyek da û got: “Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi vîrûs ketin gihişte 10 hezar û 827’an, bi giştî jî 168 kes mirin.”
Koca bi tabloya parvekirî jî diyar dibe ku di nava 24 saetên dawî de 37 kes mirine, 1 hezar û 610 kes jî nû bi vîrûsê ketine.
Duh 23 kes miribûn û bi giştî bûbû 131. Daneyên yekem a ketin vîrûsê ya mirovan a li Tirkiyeyê 10’ê Adarê hatibû ragihandin.