NAVENDA NÛÇEYAN
Bi wê xwestekê di sala 2013 an de ez tevlî YPG’ê bûm. Di nava YPG’ê de jiyaneke nû hate pêşiya me. Min li wir ruhê hevaltiyê û jiyana şoreşgerî nas kir. Di şerên ku ez tevlî bûm de hevalan bi ruhek fedaî heya dawiyê şer kirin û di dawiya hemû şeran de yê ku bi ser ket ruhê fedaî yên şervanên YPG û YPJ’ê bûn.
Di şerê min yê yekem, di şerê Cezaa de dijmin ketibû gundên Bêgara û Cezaa. Dema ku DAÎŞ’ê şrîş kir hevalan bersiv dan. Li wirr bi dehan çete hatin kuştin û cenazê 51 çeteyan ketin destê me. Dema ku êrîş li ser Şengalê çê bûn, em derbasî wê derê bûn. Li wir jî min Êzîdîtî û hurmeta Tevgerê ji dîn û çandên din re dît. Ez bi nêzîkatiya hevalan li wê derê pir tesîr bûm. Li Şengalê berbiçav min zilma dijmin ya ku li ser gelên bindest dike dît. Ji ber wê jî min fam kir ku şorşgertî erka herî bi rûmet e ku min girtiye ser milê xwe.
Dema dîsa şer li Ceza destpêkir em zivirîn Cezaa. Li wir bi qasî 15 rojan şerekî pir giran li Ceza çêbû. Çeteyan bi hejmarek zêde û çekên giran êrîş dianîn ser me. Li wir di encama berxwedanek bê hempa de gelek heval şehîd ketin. Di nava wan hevalan de gelek hevalên ku min nas dikirin jî hebûn. Di wî şerî de şehadeta heval Gulbihar li ser min pir tesîr kir. Heval Gulbahar hevalek ji Bakurê Kurdistanê bû. Heval Gilbahar li kêlek min şehîd ket. Cara yekem bû ku heval li klek min şehîd diketin. Piştî wê hevalan carekedin êrîş birin ser dijmin û me cardin gundên Cezaa, Ekreş, Sefana û Bêgara bi dest xist. Di pevçûnê de tabûra Beravê û Dêrikê ketibûn çemberê. Ez di tabura şehîd Serdar debûm. Ji tabura me heval Tofan û heval Medenî xwestin biçin cem hevalan. Lê di dema çûyînê de nedizanîn ku dijmin di gundê Qadîsê ketin kemîna çeteyan. Di kemînê de heval Tofan şehîd ket.
Di şerê Cezaa de di navbera me û çeteyan de mezrayek hebû. Ger ku dijmin ev mezra jî bigiraya wê dijmin em bixistana çembera xwe. Ji ber wê jî me beriya dijmin dixwest wê mezrayê bigrin. Hevala tîmek heval şandin wê mezrayê. Ez jî di nav wê tîmê de bûm. Nêzî 20 rojan em di wê mezraayê de man. Hevalan dixwestin ji bo gundê Qadîsê hemle bidin destpê kirin. Hevalan grubek êrîşê amade kirin. Ez jî ketim gruba êrîşê.
Di 14 Cotmeha 2014 an de êrîş bir ser gundê Qadîsê. Di saet 12 ê şevê de bi qolê êrîşê, teqwiyê û çekên giran êrîş destpê kir. Pevçûn nêzî 2 demjimêran ajot. Qola êrîşê bûn du grub. Wisa me êrîş kir. Min BKC ra kiribû. Ji ber wê jî parastina hevalan li ser milê min bû. Heya ku hemû hevalan xwe xist saxlemiyê, min xwest ku hevalan biparêzim. Di pevçûnê de ez û fermandarê qolê heval Welat birîndar bûn. Min 3 fîşek ji pişta xwe xwarin. Heval hatin min xilas kirin.
Çi qasa jiyana şoreşgertiyê dijwar û zehmet be jî, kêliyên herî xweş û bi wate di jiyana şoreşgertiyê de ne. Ji ber heya ku mirov di jiyan û têkoşînê de bi zorî û zehmetiyan re rûbirû nemîne wateya jiyana bi rûmet û azadiyê nizane.
LORANS HIMIS