BEHDÎNAN – Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger ya li herêma Serhedê didome hêzên Gerîla tevî şert û mercên giranê yê demsalê derbên giran li artêşa tirk a dagirker dixe. Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê parvekiriye, derdikeve holê ku di meha Adarê de 105 leşkerên tirk ên dagirker li herêma Serhedê bi çalakiyên bandorê yên hêzên Gerîla hatine kuştin.
Ev cend salên dawî hêzên Gerîla li herêma Serhedê derbên giran li dewleta tirk a dagirker û artêşa wê dide. Bi hatina bihara sala 2020’an jî hêzên Gerîla bi çalakiyên xwe ên bandor peyamên têkbirina dagirkeriyê dide. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayılan di peyamên xwe ên dawî bal dikşine ser jinûve vesazîkirina hêzên Gerîla û giringiya çalakiyên bi bandor. Her wiha hertim bibîr dixe ku çalakiyên beyî wendahî, çalakiyên herî mezin in. Hêzên Gerîla bi vê armancê di demên dawî de çalakiyên beyî wendahî û bi bandor pêk tinin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê çalakiya wiha ragihandibû:
21’Ê ADARÊ
“Hêzên me di arçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;
21’ê Adarê saet di 09:45’an de li ser rêya qereqola Kozîlî ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê, hêzên me li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî reşandin ku li dewriyeyê digeriya. Ji ber ku derbên giran lê ket wesayit teqiya û bi temamî îmha bû. Li dijî yekîneyên dijmin ên ji bo destwerdanê hatin cihê bûyerê 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin. Di encama van çalakiyan de 24 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.”
18’Ê ADARÊ
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li herêma Serhedê didome, di 18’ê Adarê de saet 12:00 li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî leşkerên li ser girê li ber qereqola Serêkaniyê çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de ku li dijî fermandarê gir hate kirin, fermandarê gir hate kuştin. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serektî vegeriya baregeha xwe.”
17’Ê ADARÊ
“17’ê Adarê li dijî leşkerên li girê ewlekariyê yê qereqola Vedat Ozkaya ya li navçeya Bazîdê çalakiyek hate kirin. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek hate kuştin.”
2’Ê ADARÊ
“Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 2’ê Adarê saet di 08:50’î de li ser rêya navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û gundê Gurbûlakê de li dijî konvoyeke leşkerî ya artêşa TC a dagirker operasyoneke şoreşgerî ya berfireh pêk anîn. Ji nêz ve derbên giran li 3 otobus û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kobra yên di konvoyê de hate xistin. Di çalakiyê de 2 otobus û wesayita zirxî ya bi tîpa kobra hatin îmhakirin û derb li otobusekê hate xistin. Leşkerên ku ji bo destwerdanê hatin cihê çalakiyê bûn hedefa hêzên me û hêzên me bi şêweyê sabotajê li yekîneyên leşkeran xistin.
Di encama vê operasyona şoreşgerî de bi giştî 79 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi rêya bi dehan ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê bir. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.”