NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiye Fahrettîn Koca, hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê mirine û hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin parve kir. Koca, daxuyand ku li Tirkiyeyê hejmara kesên vîrûsa koronayê di wan de hatiye tespîtkirin bûye 13 hezar û 531 û hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine jî bûye 214.