NAVENDA NÛÇEYAN – Der barê çalakiyên xwe de Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê agahî parve kirin. Li gorî daxuyaniya HRE’yê di çalakiyên wan ên 26’ê Adarê û 1’ê Nîsanê (duh) de 6 çete hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Roja 26’ê Adarê hêzên me li gundê Omera yê bi ser navçeya Şera ve li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke serdagirtinê li dar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Roja 1’ê Nîsanê hêzên me li ser rêya gundê Birc Heyder ya bi ser navçeya Şêrawa de li dijî seyareya berpirsyarê çetayan, bi navê Ebû Xalid çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de tevî Ebû Xalid 3 çete hatin kuştin, 1 çete birîndar bû, her wiha seyare jî hat rûxandin.
Hêzên me li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de ziyanên madî gihîştin çeteyan.
Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me de 6 çete hatin kuştin, 1 çete birîndar bû û seyareyek jî hat rûxandin.
Her wiha artêşa dagirker gund û navçeyên girêdayî herêma Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dike û li herêmê tevgera balafirên bêmirov berdewam dike.”