NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiya Tirk Fahrettîn Koca, bi rêya Twîtterê tabloyek nû di derbarê koronavîrûsê de parve kir.
Li gorî tabloyê, di nava 24 seatên dawî de 2 hezar û 456 kesên bi vîrûsê ketin hate teşhîskirin û ji wana 79’an jiyana xwe ji dest dane.
Hejmara giştî ya nexweşên koronavîrûsê 18 hezar û 158, hejmara miriyan jî gehişte 356 kesan. Koca got; “Dîsa bal dikişîne ku ji %82’yê nexweşên jiyana xwe ji dest dayîn 60 salî derbas kirine.”
Li gorî rêxistinên civaka sivîl, hikumeta Tirk rastiya derbarê hejmara mirî û kesên bi vîrûsê ketîn vedişêre.
Di dema li ser tora civakî dîmen û aghiyên daxuyaniyên hikumetê di direwînin de, li dijî tora civakî jî kampanya zextan destpê kirin. Ji 10’ê Adarê ve gelek kes hatine destgîrkirin û wezîrê karên navxweyî pir caran gefan dixwe.