MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê li herêma Dibek ku lêkirina qereqola dagirkeriyê didome, çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de 7 hevkarên leşkerên tirk ên dagirker ku di qereqolê ji wan re xizmet dikirin, birindar bûn.
Li gorî agahiyan tê gotin ku hevkarê bi navê Mazlum Gozenoglu li nexweşxaneyê miriye. Hevkarên din jî hin tedawî dibinin.