NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Elmanya Dortmundê rojbûna 71. a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Endamên Jinên Ciwan ên Azad û Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji ber rojbûnê dar çandin.
Her ku çiqas ji ber vîrûsa koronayê çalakiyên girseyî hatibe betalkirin jî, ciwanên Kurd, rojbûna 71. a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz dikin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di 4ê Nîsana 1949an de li navçeya Riha Xelfetiyê li gundê Amara hatibû dinê.