KERKÛK – Jinên ciwan li taxa Rehîmava ya Kerkûkê rojbûna Rêberê Gelan Abdulalh Ocalan pîroz kir. Di pîrozbahiyê de gelek fîşekên hewayî hatin teqandin.
Dema pîrozbahiyê de jina ciwan Sumeyye Celîl diyar kir ku 4’ê jidayikbûna 4 parçeyên Kurdistanê ye. Sumeyye, 4’ê Nîsanê li hemû Kurdistanê pîroz kir û silavên jinên ciwan ji Kerkukê heta Îmralî şand.
Pîrozbahî bi dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.