NAVENDA NÛÇEYAN
Di roja me ya îro de tevahî nirxên hatine afirandin di siya Rêber APO de çê bûye. Ji artêşbûyîna jin, partî bûyîn û nasnameya jina azad û hwd. hemû nirxên ku Rêber APO ji bo jin afirandiye û heya roja me ya îro jî ev nirx her diçe mezintir û bi hêztir dibe. Modernîteya kapîtalîzm û netew dewletên ku dixwaztin nasname û hebûna gelê Kurd ji holê rabikin ev rojbûyîn bû mizgîniya serkeftin û serfiraziya gelê Kurd. Ev roj roja robûna nasnameya Kurdê azad û gelê azade. Ji bo vê yekê yeku neyar ewqasî bi hov êrişê Rêberê me, gelê me û tevgera me ya azadiyê dike. Niha pêşketin û destkeftiyên ku gelê Kurd, jina Kurd û li Rojava yê Kurdistanê dest xistiye hemû bi vê roja pîroz ve girêdayî ye. Di roja me ya îro de jî ruh û berxwedaniya ku li Bakurê Kurdistanê tê jiyan kirin jî ji vê rojê qut nîne. Ji ber ev roj roja hebûnê ye. Weke jin pêwîste em ruh û hebûna vê rojê di tevahî kêliyên jiyana xwe de ava bikin.
Meha nîsanê piştê Newrozê dibe mîzgîniya biharê. Bi barana xwe re ji bo axê di be bereket û bi bûka baranê re jî zayînên nû agahdar dike. Biştê ew seqem û bahozên zivistanê di be navê xweşik bûna bişkivandina daran, vekirina gulan û zîndî bûna xwezayê ye 4 Nîsanê. Ango rojbûna Rêber Apo ye. Rêbertî xwe weke kurê dayîka xwedawanda binav dike. Rojbûna Serokatî ya di vê mehê de ne tesadûfe. Weke ku nepeniya dayîka xwedawand û rewnaqdariya xwezayê dinava ahengê de ji bo ku pergala dayîka xwedawand zîndîi û jiyanî bike biryar dane ku despêka meha Nîsanê zayîn çê bibe.
Hesbestvanek di bêje, “mirov li ser cihê ku têde jiyan dike, hewaya ku hênase dike û ava ku mirov jê veduxwe ve diçe.” Li gor min ev gotin xeyalên Serokatî yên tekoşîna azadiyê ên ku bi zarokatiyê re despêkiriye pir zelala vegotin dike. Ji ber ku Riha bajarê peyxembera, mozaîkên gelan û cihê ku pîroz bûyîn tê de şîn dibe û xwedî yê dîroke kê qedîme. Çawa ku di gerdûnê de tu tiştek weke rasthatinek nîne, warê peyxembera bajarê Riha jî rasthatinek nîne û zayîna pîroz ya ku çarenûsa Rojhilata naverast di guherîne li vir derketina wê jî rasthatinek nîne. Her nû bûyîn li ser rehên xwe şîn dibe. Bi ilmî û dîrokê de jî tê dîtin ku şoreşa mirovahiyê wê cardin li ser xaka ku despêka civak bûyînê avakiriyê şîn bibe. Roj bûna Serokatiya me, ji bo gelê Kurd roja ku hêvîyên azadiyê hatiye zayîne. Ji ber ku lêgerîna Serokatiya me ji bo tekoşîna azadiyê di zarokatiya xwe de dayî ye despê kirin, veguheriye tekoşîna azadiya gelê Kurd. Dema Serokatî ya me çîroka jiyana xwe dahûrîn dike, rastiya civaka gelê Kurd jî dahûrîn dike. Serokatî bi felsefeya xwe ya bi şik qîma xwe bi tiştên heneye re ne aniye û bi felsefeyek nû bûn û bi jiyanekê tejî xweşik bûyîn daye jiyan kirin. Bi vê felsefeya xwe ya jiyanî re, ji civaka Kurd ya ku hêviyên xwe winda kirine, jiyana ku heye weke çarenûsa xwe pejirandine derxistiyê holê ku rastiya gelê ku ji bo rûmeta xwe, azadiya xwe tekoşîn kirinê weke veguherandine felsefeya jiyana xwe ava kiriye. Di dîrokê de tu rêber weke Rêber APO bi gelê xwe re ne bûye yêk û bi kesayetê azad dayîna avakirin re rê û rêbazê tekoşîna azadiya ne daniye holê. Ji bo vê yekê rastiya gelê ku heya mirinê bi Rêberê xwere girêdayîne derketiye holê. Roja ku li ser Serokê me komploya navnetewî hatî despêkirin heya niha gelê me bi diruşmeya “ hûn nikarin roja me tarî bikin”dinava tekoşînek aktîv dene. Bila hêzên serdest pir baş bizanin ku gelê Kurd ti carî jiyanekê bê Rêber APO nagrin dest û ger jiyanekê wê were jiyan kirin jî wê bi Serokatî re were jiyan kirin.
Bêguman pergala îmraliyê pergaleke bi taybete. Lê, Rêberê me wê pergalê vale derxistiye û tiştên ku pergalên zilamên serdest dixwaztin pêk ne hat. Serokatî bi birdozî û nêrînên xwe yê dewlemend rastiya van pergalane derxistiye holê. Em jî weke tevgera azadiyê û milîtanên APOCÎ erk û berpirsiyariyê dikevin li ser milên me bi ruhê fedaî xwedî derbikevin. Bila her kes baş bizane ku em hêz û baweriya xwe ji Rêberê xwe digrin. Ji ber ku zayînên nû di raman, ruh û dilên me de dane avakirin. Bi rojbûna Rêberê me re tevahî mirovahî li hember zayînek nû re rûbirû ma. Ango zayîna mirovên azad. Belê, erdnîgeriya Kurdistanê her tim dayîktî ji zayînên nû re kiriye. Ev zayîna ji bo mirovahiyê bûne jiyan, hêvî, bawerî, heskirin, rûmet, exlaq, çand û h.w.d. Erê cardin ji nû de jiyana mirovahiyê bi dilop dilop wate bû. Wek çawa ku barana Nîsanê dilop dilop nebatant û daran di bişkivîne, zayîna Serokatî jî di dil û mejiyê me de bişkivî. Ji nûde xwîn kete leşê me û dilê me lê da. Ew dilê ku hati bûn qirêj kirin û jehr lê kiri bûn. Ev zayîn bû zayîna jin. Ji nûde li ser van xakên pîroz dayîka xwedawand serî xwe ji bin axê derxist û roja pîroz bi tîrêjên xwe zindî kir û ruh dayê. Jin xwe bi vê rojbûnê re nas kir. Zanî ku kî ye û çî ye. Ango bû zayîna jin ya derketina ji nava zilmata mirinê de. Mirina ku bêdeng, bê reng û bê wate. Ev zayîn bû sedema rast, wate û bi rûmet jiyan kirinê. Rêberê min roj bûna we pîroz be. Roj bûna jin, gelê Kurd û tevahî mirovahiyê pîroz be.