NAVENDA NÛÇEYAN – Rojbûyîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Fransayê ji aliyê ciwanên Kurd va bi çalakiyan hate pîroz kirin.
Parîs
Ciwanên aktîvîst yên TCŞ û JCAyê, ji bo ku rojbûyîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz bikin di danê sibeyê da li Parîsê hatin li cem hev.
Çalakî, bi rêzgirtina deqeyekî ya ji bo pakrewanên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Berdewamiyê da ciwanek, li ser wate dayîna Ocalan ya ji bo ciwanan axaftineke kurt kir. Piştî axaftinê, ciwanan pasteyeke temsîlî jê kirin û sînevîzyoneke li ser nirxandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye amade kirin temaşekirin. Pîrozbahiya gelek fealiyetên cuda hatin kirin da, ciwanan turnûvaya voleybolê tertîb kirin. Ji ber şewba koronavîrûsê, çalakî bi girseyeke ne mezin va hate amade kirin û bi govendan dawî bû.
Marsîlya
Li Fransayê, ciyekî din yê ku pîrozbahî hate kirin bajarê Marsîlyayê bû. Li vir ciwanên aktîvîst yên TCŞ di danê nîvro da hatin li cem hev. Ciwanan postereke Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û aleke PKKê yên biber vekirin û tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” gotin. Ciwanan bi fîşekên hewayî û alavên mijî yên rengîn va dîmenên xweşik derxistin holê û pişti gerandina govendan va pîrozbahiyê bi dawî kirin.