ÎZMÎR – Bûrhan Ozmuş ê 24 salî li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 3 a Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê dîlgirtî ye.
Ozmuş îro sibehê bi rêya telefonê bi bavê xwe Cîhan Ozmuş re axivî û tundiya ku li wî kirin vegot.
Ozmuş ji bavê xwe re got, “Ji ber vîrûsa koronayê min ji we re got ku ji malê dernekevin. We gotin ku hûn neçar in kar bikin. Min careke din got ku ji malê dernekevin û dengê xwe bilind kir. Piştî ku min telefon girt 15 gardiyan hatin gel min û li min dan. Li serî û çavên min dan. Av ji guhê min tê. Min nebirin nexweşxaneyê. Çend roj in ji ber êşê nikarim xwarinê bixwim.”
Ozmuş diyar kir ku rewşa wî nebaş e û ji malbata xwe xwest ku gilî bike.
Bavê wî Cîhan Ozmuş jî piştî ku bi kurê xwe re axivî li Şaxê ÎHD’ê yê Îzmîrê geriya û serlêdan kir.
Ozmur diyar kir ku wê sibe li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê gilî bike.