NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Kurd ji ber rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gelek bajarên Elmanyayê pîrozbahî li dar xistin. Ciwanên Kurd 4ê Avrelê vê carê li bajarên Elmanya Essen û Hannoverê pîroz kir.
Essen
Ciwanên Kurd li bajarê Elmanya Essenê pankarta ku li serê sûretê Abdullah Ocalan heye û “Freiheit für Ocalan” ( Ji bo Ocalan Azadî) dinivîse li pirê daleqand. Ciwan dirûşmeyên Bijî Serok APO gotin û balê li ser tecrîda giran a ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin kişand. Her wiha ji bo hemû girtîyên sîyasî azadî xwestin.
Hannover
Li bajarê Elmanya Hannoverê jî aktîvîstên JXK/YXK li seyrangeha Leibnizê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir. Aktîvîstên JXK û YXKyê li pîrozbahîyê ji bo ku balê bikişînin li ser tecrîda giran a ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin belavok belav kirin.