NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sema Koçer û Tolhildana Şehîdên Efrînê têkildarî çalakiyên xwe daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî êrişên faşîzmê yên li ser gel wê bi çalakiyên xwe bersivê bidin û xeleka ji agir a li dora Rêberê xwe mezin bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Heta jiyaneke azad a bi Rêberê xwe û gelê xwe, em ê qet nesekinin.”
Li gorî daxuyaniyê çalakiyên hatin lidarxistin wiha ne:
“5’ê Nîsanê li taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê ya Wanê li dijî polîsên dagirker ên kontrola GBT li ciwanan dikirin û bi rengekî nebaş nêzî gelê me dibû, yekîneyê me yên xweparastinê dest li polîsan werdan û kirin ku xwe ji taxê vekişînin.
5’ê Nîsanê li Melîkahmet a navçeya Sûrê ya Amedê têkoşîna me ya li dijî firoşkarên narkotîkê dewam dike. Li dijî maleke ku firoşkariya madeyên narkotîkê dikir bi bombeyan û fîşekên hewayî çalakî hate kirin.
4’ê Nîsanê li Kadikoy Bostani ya SAtenbolê 4 wesayitên luks ên AKP’iyan hatin şewitandin.”