SAMSUN – Mehmet Yeter ê ku sê sal in di girtîgehê de ye, hefteya borî ji ber koronavîrusê rehmet kir.
Li gorî rojnameya Cûmhûriyetê di 16’ê Adarê de Yeter rakirine Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya 19’ê Gulanê û di 23’ê Adarê de jî pêyekî wî hatiye jêkirin. Piştî sê rojan ew ji girtîgehê derxistine û şandine girtîgehê. Piştî ku li girtîgehê rewşa wî xerab bû, ew dîsa rakirin nexweşxaneyê lê fêde nekir.
Dozgerê Komarê nivîs ji Gerînendetiya Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Samsûnê re şand û got “Girtiyê bi navê Mehmet Yeter ji ber Covîd-19’ê rehmet kiriye.”
Piştî nivîsa dozger cenazeyê Yeter ji aliyê tîmên Gerînendetiya Goristanan hate veşartin.
Kurê wî Ferhat Yeter diyar kir ku wan agahiya mirina bavê xwe ji rêveberiya girtîgehê wergirtine. Yeter got ku “Pênc roj ji ser mirina wî derbas bûye lê ne girtîgeha Samsûnê û ne jî saziyeke din tu agahî nedane me û cenaze veşartine. Girtiyekî din ez agahdar kirim ku bavê min miriye.”