STENBOL – Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Stenbolê kargehek 5 qatî ya mobîlya şewitandin, di derbarê vê çalakiyê de Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyek da û wiha diyar kir: “Di van rojên koronayê de jî ev hişmendiya barbar di serî de li zindana Batmanê, li gelek zindanan faşîzmê dimeşîne û li hember vê hişmendiya barbar bersiva me, wê zimanê ew fêm dikin be. Kî îdîa bike ku em xwişk û bira nin, di esas de bi faşîzmê re xwişk û bira nin, a rast destek dide zilmê û zordestiyê xweş û baş dibîne. Heya statûya Kurdan neye nas kirin û heya ku ev faşîzm didome wê çalakiyên me yên ji Agir jî bêyî ku tiştekî ji leza xwe wenda bike wê bidome”.
Daxûyaniya Çalakiyê Ya Înîsîyatîfa Zarokên Agir wiha ye;
“Di dîroka 07.04.2020 de, di saet 02.30’an de li Esenyurt’a Stenbolê me kargehek 5 qatî ya mobîlya da ber agir. Şewata ku pêtên girseyî jê çêbû û kargehê kire xwelî, li ser baronên ku desthilatdariya zordest û dewleta faşîst çepik dikin zirarekî mezin a madî da çêkirin”.