MÊRDÎN – Li Navçeya Nisêbînê welatî Mehmet Emin Kaplan (60) yê ji ber şewba vîrûsa corona li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Malbat û xizmên Kaplan piştî bûyer bihîstin, li pêş mala Kaplan kom bûn û derbasî Goristana Hecacê bûn û li vir Kaplan defin kirin. Piştî bûyerê malbata Kaplan jî bo tedbîran xistin qarantînayê.
LI MÊRDÎNÊ 6 KES BI VÎRÛSÊ MIRIN
Li gel Kaplan, heta niha 6 kesan li Mêrdînê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Li Nisêbînê 2 kesan, li Qoserê 2 kesan, li Midyad û Artûkluyê jî kesekî bi giştî 6 kesan bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.