AMED – Duh serê sibê li çoltera gundê Şawişa girêdayî navçeya Pasûra Amedê teqîn pêk hatibû û 5 kes mirinbûn 2 ji wan qoruçîbûn. Piştî teqînê operasyona leşkerî ya dagirkeriyê hatibû destpêkirin û ev operasyon li herêmê didome. Dorpêçkirina leşkerên dagirker ya li gundê Şawişa jî didome. Têketin û derketina gund qedexe ye û ji ber xetên telefonan nakişîne kes nikare xwe bigihîne şêniyên gund. Leşkerên dagirker û tîmên taybet li gund bi ser malan de girtin û hat zanîn ku gelek kes binçav kirine. Hat gotin di serdegirtina malan de kelûpelên gundiyan belav kirine.
3 BIRAYÊN HEV HATIN BINÇAVKIRIN
Di vê navberê de têkildarî teqînê li navenda Amed û li navenda navçeya Pasûrê û li Îzmîrê jî polîsên Tirk ên dagirker bi ser malan de girtin. Di serdegirina malan de Bunyamîn, Umran û Abdulhakîm Okût ên birayên hev hatin binçavkirin. Bunyamîn li Pasûrê yê xebatkarê şaredariya Pasûrê, Umran li Amedê û Abdulhakîm jî li Îzmîrê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku biryara nepeniyê danîne ser dosyeyên her sê birayan.
LI LICÊ JÎ OPERASYON HAT DESTPÊKIRIN
Li aliyê din di çarçoveya heman operasyona li Pasûrê operasyona dagirkirinê li çoltera gundên Sîsê, Dêrxûst û Xezmez ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê jî hatiye destpêkirin û didome.