SERÊKANİYÊ – Cîhan bi giştî ji bo pêşîgirtina vîrûsa korona ketiye tevgerê. Dewlet Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rêxmî vê rewşa awartê êriş û kiryarên xwe bi israr berdewam û zêdetir dikin.
Di dîmenê ku ji bajarê Serêkaniyê hatine bidestxitin de diyar dibe ku çete li bajarê Serêkaniyê mal û milkên sivîlan derdixin derve û dişewitînin. Li bajar pêvçûnên di navbera çeteyan li ser parvekirina milkên sivîlan berdewam dike.
Her wiha li gor çavkaniyan, dewleta Tirk a dagirker ji sînorê Bakurê Kurdistanê bi sedan kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine derbasî binerda nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê dikin.
Li bajarokê Til Helefê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê çeteyan dest kolandina xendeqa kirine.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê deriyekî din di navbera Bakurê Kurdistanê û Serêkaniyê de vedikin. Li taxa Ebra ji bo vekirina derî, erdê şêniyan bi darê zorê ji wan digrin. Li gor çavkanî ji bo rêyekî bazirganî û derbaskirina çeteyan dêrî tê vekirin.