NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiye ji ber mercên xirab ên girtîgeh û dîsa nebûna amûrên paqijî û hîjenê girtî bi gefa pandemiya Covîd-19 re rû bi rû ne. Hewldanên faşîzma AKP-MHP’ê ya bi qanûna înfazê ku girtiyên siyasî derveyî vê dihêle jî, rojeva Tirkiyeyê mijûl dike.
Kurdistaniyên li Ewropayê jî nerazîbûn nîşanî vê yekê didin.
YXK jî bi heman armancê ji bo piştevaniya bi girtiyan re dîmenek parve kir.