Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Pere li ser civakê bû xwediyê hêza fermanê û bêguman ev yek bûyereke girîng e. Ev nuqte ji hev neyê derxistin, neyê vejinandin, wê fêhmkirina civakê kêm bimîne. Pere belkî jî ji bo enerjiya di bedenê de pêk bîne mîna xwîna di demaran de diherike, nirxek e, di jiyanê de ekonomî pê ditamije û hînbûyê. Fenomeneke ciddî ya civakî ye ku divê bê fêhmkirin ka çawa gihiştiye vê astê û çi ye. Ev amûrê ku nayê înkarkirin gelek qirêj pêve heye, di encama kîjan sedemên civakî û dîrokî de gihişt vê astê? Bi rastî di civakê de çi pêk tîne? Bi kê û kîjan kes û koman dide qezenckirin û bi kê dide wendakirin? Bêyî wî dibe, nabe, çi dikare li şûna wî cih bigire? Mirov dikare pirsan zêde bike.
Weke amûrê bihevguhertinê pere, mirov dikare amûrê karekî besît fêhm bike. Dîsa jî divê mirov bi baldarî tevbigere. Yên bi hev tên guherandin çi ne? Di navbera du guherbaran de gelo pere weke amûrekî pîvanê dikare bi roleke adil rabe? Eşkere ye ku hînê di destpêkê de gelek zehmetiyan di nava xwe de dihewîne. Di meseleyeke besît a danûstendinê ya sêv û hirmiyekê de em bibêjin em ê yekê bi dudiyan bikin: ango sêvek bi du hurmiyan. Em bibêjin bila pere bi roleke bi vî rengî rabe. Çima yek bi dudiyan, bi sisiyan an jî çima ne yek bi yekê? Hingî bi awayekî besît ked ê bikeve nav meseleyê. Dibe ku pirs li pey hev bên. Ya nirx dide kedê çi ye? Mirov dikare bibêje kedeke din û bi vî awayî pirsan heta hetayê dugêsinî bike. Eşkere ye ku di mijara kirîn û firotinê de zehmet e pere bibe pîvaneke adil û li cih. Bi îhtîmaleke mezin wê hêz û îtîbara xwe ji vê bigire. Ji ber ku welê tê qebûlkirin tê pejirandin. Tewş e ku mirov di hîmê wî de li pîvanên weke dad û nirxê bigere. Yên di zeman û mekan de amade bûne, ji bo ku karê xwe hêsan bikin gotine, em navbeynkarekî hilbijêr in. Ji objeya weke navbeynkar dîtî re gotine pere. Em bi vê kurteçîrokê hewl didin pere bidin naskirin. Lê em bi amûrekî welê yê navbeynkar re rûbirû ne, wexta dev ji statuya xwe ber dide û bi hin rolên din radibe, her tişt dikare tevlîhev bibe.
Em bi mînakekê bikin ku bê fêhmkirin. Li gorî civakê, jinek bi mêrê xwe ve girêdayî be û li malekê bi awayekî tê gotin bi namûs bijî, tê qebûlkirin. Eger jin ji vê rewşê derkeve ango gelek mêran bîne mala xwe, yan jî berevajiyê wê zilam gelek jinan bîne malê, gelo rewş ê çawa be? Herhal bi gotineke herî ji rêzê mirov dikare bibêje, rewş ê tevlîhev bibe. Di meseleya pere de rewş hinekî din tevlîhevtir e. Em bi mînaka xwe dewam bikin. Ji ber ku jin derdikeve derveyî pîvanên giştî yên têne qebûlkirin, bi avêtina wê ya derve dikarin çareseriyekê bibînin. Lê di meseleya pereyan de dibe ku rewş evçend hêsan nebe. Yê pere di destê xwe de digire, eger bi namûs nebe, çiqas pere bikeve ser pereyê wî dikare bibêje; min qebûl e. Mîna di meseleya jinê de, herçî civak e, di vê qebûlkirinê de pere nekiriye amûr. Bi îhtîmaleke xurt karîbûye bibêje; dayîna ser hev a pereyan bênamûsiya herî mezin e.
Li gorî bîrûbaweriya min, mesele bi vî awayî qewimiye. Di nava zeman û mekanekî gelekî bi sînor de ji bo hêsanî be, ev amûr hatiye qebûlkirin û ti carî nehatiye qebûlkirin ku li tevahiya zeman û mekan belav bibe. Li vir bûyereke mezin a sûîstîmalê ango bikaranîna xirab heye. Dikare bibêje ti carî qebûl nake. Lê wê wextê jî mumkin e weke meseleya ‘heta Xidir xemilî dawet betilî’ bibe. Ango ‘heta malxwê pê bihese mêvan binê beroşê bialês e.’ Ha wê wextê jî hukmê xwe têrê nake. Ji lewra pere dikare bibe mîna fahîşeyeke nedîtî ya karibe li gorî rewşê bilîze û dekûdolaban bigerîne. Dikare xwe ji yekî re bi yekê û ji yekî din re bi hezar dolarî bide bi kirê. Êdî li pêşiyê ti hêz nîne wê rawestîne. Çawa ket vê rewşê? Em hinekî jî bi zimanê ekonomiyê hewl bidin vê rewşê bidin fêhmkirin.
Ekonomiyê bi pevguhertinê didin destpêkirin, ev vegotin herçend zêde xwedî îfade nebe jî bihevguhertin bi xwe hêmanekî girîng ê ekonomiyê ye. Du tiştên bi hev têne guhertin ji wan re mal an jî meta tê gotin. Civakê ji nirxa bikaranînê wêdetir hînê ti nirx nas nedikir, guhertina tiştekî bi tiştekî demeke dirêj weke exlaq rast nehat dîtin. Bi sîstema ku em jêre ekonomiya xelat û diyarîdayînê dibêjin ve girêdayî ma. Tiştekî hildiberandin an jî objeyeke pirr qîmet pê didan, weke diyarî didan. Çanda diyarî û xelatê mezinbûnê îfade dike. Tiştê tê mezinkirin û bilindkirin, diyarî pêşkêşî wê-wî tê kirin. Bi vî awayî nirxê ya bi nirx tê piştrastkirin û bi rûmet dikin. Objeyên mayî di jiyana rojane de têne bikaranîn. Bi çavekî baş li danehevê nanêrin. Komên mirovan karîbûn mîlyonan sal berê bi vî awayî debara xwe bikin. Bêyî bihevguhertina mal, wicdan û exlaqê civakê bi ti awayî razî nedibû ku mal bi mal an jî bi pereyan biguherîne. Ji ber ku nedifikirî ku wê buha û berdêla nirxê hildiberîne hebe. Li wê fikirîn jî ji aliyê exlaqî ve rast nedidît. Belkî jî bi hestyarî û têgihiştina xwe ya exlaqî ev weke rêyeke bi hîle dihesiband.
Eger gava pêşî ya bihevguhertinê gava pêşî ya ekonomiyê be, wê wextê wê ev gavavêtineke baş a nava ekonomiyê neyê hesibandin. Ji ber ku bêyî rêûresma resen gav hatiye avêtin. Mirov dikare weke feraziyê bihevguhertinê weke nirxekî bingehîn ê têkiliyên ekonomiyê bihesibîne. Lê li gorî bîrûbaweriya min rast nîne mirov bi tenê weke nirxeke ferazî bihesibîne. Mirov dikare ji bilî bihevguhertinê ekonomiyê bi sedemên din zanistî bike yan jî ji vê rastir mirov dikare ji bihevguhertinê cihê û heta mîna pereyan mirov dikare hin şêweyên bihevguhertinê yên xwe naspêrin navbeynkariyê ku bêne qebûlkirin, peyda bike. Teorîk û piratîk di warê peydakirina van şêweyan de têra xwe rê dide afirandinê. Ya ji bihevguhertinê girîngtir meseleya emtîa ya bûye mal. Nerxê bikaranînê kengî dibe mijara pevguherandinê ev yek weke emtîabûn, malbunê tê binavkirin. Di civakê de çêbûna diyardeya emtîayê nêzî pêvajoya demên şaristaniyê ye. Sedema bingehîn a qebûlkirina bazirganiyê emtîa ye. Emtîa bi xwe, di wê kêliyê de ku kesê destpêkê wî digire, ji dest derdixîne, pêk tê. Wexta ji destderxistina wî qebûl dike, emtîa jî dest pê dike. Wexta ji aliyê din ve jî di berdêlê de tiştekî din digire, pêvajoya emtîayê temam dibe. Em dîsa mînakekê bidin. Em bifikirin ku xezaleke bi salan xwedî dike bi bizinekê diguhere. Ti carî nayê ispatkirin ku ev bihevguhertin adil û wekhev e. Ji ber ku wê ti carî neyê zanîn, çiqasî ked hatiye dayîn. Ji vê jî girîngtir, bizin û xezal ti carî wekhev nabin. Bêguman em van analojiyan (mînakdanan) ji bo jihevderxistina nakokiyên mentiqê bihevguhertinê didin. Û nakokiyên bi vî rengî her tim hene.
Eger em di çarçoveya qebûlkirina van nakokiyan de ji nû ve li mijara pere vegerin, em ê hînê baştir li hîleyên di nava wî de dihewin, hayil bibin. Wexta mirov civakan nas dike, nuqteyek heye divê mirov baş fêhm bike, ew jî ew e; diyardeyên civakî diyardeyên fizîkî nînin. H2O, ji sedî sed nebe jî di şert û mercên dinyayê de timî molekula avê ye. Wekî din maneya xwe nîne. Civak jî pakêtek e ku mirov ji diyardeyan ava kiriye. Herçiqas di navê de gelek tiştên nediyar hebin jî. Civak dikare ya ava dike biguherîne û ji nû ve ava bike. Wê wextê ev pîvan peyde dibe: RASTIYÊN CIVAKÎ RASTIYÊN AVAKIRÎ NE; ango rastiyên xwedê û xwezayê dayî nînin. Eger wisa be; wê wextê pere jî rastiyek e ku hatiye avakirin. Mijara guhertin û emtîayê jî rastiyên feraziye ne ku hatine avakirin. Dayîna xwedê û xwezayê nînin.
Yek ji gunehên mezin ê pozîtîvîstan ew e ku rastiyên civakî weke diyardeyên fizîkî di heman kategoriyê de bi cih kirine. Wexta ku hûn diyardeya civakî bi rastiyên naguherin re yek bigirin, hûn ê derî heta ser piştê li paradîgmayên civakî yên di nava xwe de gelek nuqteyên mirov pê bixape dihewîne, vekin. Dema mirov ji vî alî ve bi awayekî pozîtîvîst li ekonomiyê binêre, ne mumkin e ku van nuqteyên divê mirov ji wan dûr bisekine nebîne. Wexta mirov milletgiriyê weke îfadeyeke rastiya objektîv fêhm bike, herçiqas di rewşên cihê de bin jî ji aliyî felsefî ve Hîtler û Stalîn yek in, û hûn ê bikevin rewşa wan. Ev herdu jî ango pozîtîvîst hemû û materyalîstên çor jî rastiyên di civakê de weke rastiyên mutleq dinirxînin û nikarin xwe ji vê xilas bikin. Sedema ku mijara pere gelekî nazik û girîng dike têgihiştina bi vê helwesta pozîtîvîst nêzî civakê dibe ye: ango pere bi temamî rastî dihesibîne. Ji lewra bi rêya wî destguhertin her diçe, dihêle ku weke rastiyeke temam bê fêhmkirin.
Bi pevguhertinê ketina pere ya nava ekonomiyê û di tevahiya dîrokê de pêşketina wî mijara me ya lêkolînê nîne. Lê belê di ekonomiyê de her ku diçe pere dibe tiştekî welê ku dest jê nabe û maneya vê jî ew e ku tehlûkeyên di hinavê xwe de dihewîne mezin dibin. Em kengî bi nakokiya yek bihevguhertinê bi tenê di hinavê xwe de digire rûbirû bibin, em ê bibînin ku hêza bihevguhertinê ya bêsînor a pere bi destxistiye çiqasî rê li rewşên bêyom û bi tehlûke vedike. Hêsan nîne ku tiştek bibe rewşeke berçav a hezaran nakokiyan. Bi vê rewşa xwe ya bi nakok di nava ekonomiyê de rêûrê tê, digihîje serdema fînansê û wexta tê digihîje serdema fînansê jî bi tevahî rewşeke xeternak rû dide û heta mirov vê rewşê bi tevahî nebîne û rabe civakê rave bike, mirov ê xwe bixapîne. Ya em jêre dibêjin rewşa xeternak ew e ku pere bi tehlûkeyên di hinavên xwe de gihişt serdema xwe ya herî pêşketî. Ev rewş û sicîlek welê ye, mîna ku mirov zordarekî xirab bike fermandarê artêşekê. Ev amûrê em behsa wî dikin, di destpêkê de kesên di civakê de amade ji bo kêliyekê wî qebûl dikin û ev amûrê bi guman rewşa wî ya demborî her diçe diguhere û wî derdixînin mertebeya xwedê. Her weha hêza herî bi tesîr a fermanê jî di destê xwe de digire.
Heye ku gelekî balkêş be, mirov dîroka pêşketinê ya pere lêbikole. Tê gotin di dîrokê de pûlên zêrîn cara pêşî ji aliyê Kreuzûsê Lîdyayî ve hatine çêkirin. Tê gotin li bajarê Manîsayê Sardê yê gera zêran lê bi pirsgirêk e, rûdinişt û ti belaya bi serî de nehatiye nemaye. Pere tiştekî wisa ye, ne bê wî dibe, ne jî bi wî ango xwedî rewşeke zehmet e. Ya tê zanîn ew e ku bihevguhertina emtîayê û perebûnê dest dane hev pêşketine û weke kevirê çarqozî yê ekonomiyê cih girtine. Ji sedan cureyên pûlan ên gihiştine heta roja me ya îro diyar e ku şaristaniya Pers û Greko-Romen pere gelekî bi kar anîne.
Di şaristaniya Îslamê de Riyal herî kêm bi qasî siltanangihi ştibû statuyeke muteber. Li bajaran textê pere qehîm û tekûz bû. Nexasim serrafên cihû gelekî bi qîmet bûbûn. Serraf û bazirganên Ermenî û Cihûyan ji Ewrûpayê heta Hindistanê li ser rêyên bazirganiyê tevî bajaran xeteke yekdestdariyê ya pere û bazirganiyê danîbûn. Tevî serweriya siyasî ev xeta kapîtal gelekî bi bandor bû. Siltan û mîreg gelekî bi xwe ve girêdabûn. Bandora wan a li Ewrûpa û Asyayê her ku diçû zêde dibû. Weke qewm ji Cihû û Ermeniyan nerazîbûna civakê her diçe zêde dibe û heye ku di vê de para vê rastiyê hebe. Wexta ku mirov pogromên (qirkirinên wan) Cihû û Ermeniyan lêbikole divê yek ji xusûsên mirov bi girîngî li ber çav bigire ev be.
Bajarên Îtalyayê ber bi nîvê sedsala 13. ve pêşengtiya pere û bazirganiyê ji cîhana Îslamî wergirtin. Nexasim Venedîk, Cenova û Floranse weke mûcîzeyeke rastî ya bazirganî û pereyan pêk hatin. Bajarên behskirî heta sedsala 16. di serî de Ronesans ji her alî ve di pêşengiyê de ji Ewrûpayê re bajarên mîna stêrkan bûn. Bajarên Îtalyayê ne bi tenê Şoreşa Ronesansê kirin; ji mîmarên girîng ên şoreşa pere ne. Herçiqas peyrewên xwe yên pêşî di cîhana Îslamî de dîtibin jî gelekî bi kêr hatine. Bi tevahî argumanên pere yên ku destê modernîteyê ji wan nabe yên weke pereyê kaxizî, banke, sened, krêdî û muhasebe ji aliyê van bajaran ve hatin pêşdebirin û bisazîkirin. Di dîroka pere de rola van bûyer û pêşketinan gelekî heye. Di pêşketina bazar û bazirganiyê de bi rola şoreşekê rabûn. Emtîatî û peretiyê leza xwe belkî jî sed qat zêdetir kirin. Di pêşketina serweriya pere de kevirê çarqozî bûn.
Civak hêdî hêdî ji tehekuma van amûran re amade dikirin. Bi qasî ku xuya dikir, yên dihatin kirin danûstendineke sûkî ya teknîkî bû. Banke wê bûbûna cihê daneheva pereyan. Sened perçeyên kaxizê bûn ku diketin şûna pereyan. Pereyê kaxizî jî bi şêweyekî seneda giştî bû. Sivik bû, karûbar pê hêsan dibûn û bi lez dibûn. Krêdî jî ji bo muşteriyên di tengasiyê de pereyekî deyn bû ku di berdêla faîzeke munasip de dihat dayîn. Wê jî karûbar bi lez dikirin, pêşî li valamayînê digirt, nedihişt eleqedarê wê bi keslandî rûnê, ji bo deynê xwe bide ew bi lez dikir û dixebitand ango bi roleke bi xêr radibû. Ew ji bo karên muhasebê învanterên zelalkirina kar-zirarê, lêçûn-hatinê dokumanter bûn. Mîna neynikê weke demî rewşa şîrket û kesan nîşan dida. Ev besît bûn, lê bi encamên xwe yên mirovan matmayî bihêlin şoreş bûn. Di serî de Sevîlla, Lîzbon, London, Amsterdam, Hambûrg, Lyon, Anvers û Parîsê, bajarên Ewrûpayê ev berhemên şoreşê yên bajarên Îtalyayê tevî berhemên Ronesansê bi lez veguhestin welatên xwe, li tevahiya parzemîna Ewrûpayê belav kirin û mezin kirin.
Me bi awayekî pêşnûme ji we re pêşkêş kiribû ka çawa bi sedsala 16. re Hollanda û Ingilîstanê berê di cotkarî û bazirganiyê de, paşê jî di pîşesaziyê de bi alîkariya van berhemên şoreşê ber bi şoreşeke giştî ya kapîtalîst veguherîn. Kapîtal, kapîtalîst û kapîtalîzm pêlikên pêş ên seltenata pere ne. Her yek ji wan qralê rastî ne, xwe di ser van pêlikan re çip dikin: ango qralên tazî ne. Serdema bazirganiyê bi leza wê ya mezin re kara xwe ya gihişt rêjeyeke mezin bi giranî deyndarê van amûrên pere û perebûnê bû. Serweriya pereyan bêdeng û gelekî di binî re pêşde diçû. Ne bi tenê bi qraltiyê bi xwedatiyê jî radibû. Hem jî yekem car bêmaske û bi zatê xwe. Serdema îndustriyê hem gelek tiştan deyndarê wê ye, hem jî gelek firsendên mezin danê. Di civakê de bazar, bajar, emtîa û bazirganî zêde nebûya, şoreşa pîşesaziyê wê nebûya. Pere jî nebûya ev pêvajo bi tevahî pêk nedihatin. Bi lezbûna pere û perebûnê bi rola xwîna di demarên mirov de digere radibûn. Eger ew qut bûbûna organ ê nexebitiyana û wê ji kêrhatina xwe bûbûna. Ev jî bi mirina wan re hemwate bû.
Eger em têkiliya fabrîkeyê û karker ji hev derxin rewş êba ştir bê fêhmkirin. Mumkin nîne ku mirov fabrîkeyê bi koleyê berê û gundiyê serf bixebitîne. Tu heta mirovî ji efendî, senyor û axê qut nekî karker çênabe. Bi temamî karkertî bi heqdestekî mutleq dibe. Heqdest jî nirxek e ku pere nebin nayê dayîn. Ji sedî sed karker êdî mehkûmî pereyan dihat kirin. Pere êdî di wê astê de bû ku bêyî efendî û senyor dikarîbû koleyê nû bixe bin serweriyeke mutleq. Di desthilatdarbûnê de ev gaveke gelekî mezin bû. Bi vê rêyê, civaka nû ya pîşesaziyê, cara pêşî dibû civaka herî mezin a serweriya pere bi temamî nas dikir. Ti civakên berê yên şaristaniyê serdestiya pere evçend nepejirandibûn. Di civaka îndustriyê de pere êdî çandek e. Her tişt li dora wî dibe xwedî mane. Bi qasî ku rê li xeyalên mezin vekir, her weha bêyî pereyan jî nedibû ti proje dest pê bike. Her malbat di warê pêdiviya bi pere ya mutleq de serwext e. Ji gundekî li quncikeke dinyayê heta bi bajarê herî pêşketî tevahiya malbatan bi vê dizanin. Her kes dibîne; ji bo karibe pêlavekê ji zarokê xwe re bikire û lampeya mala xwe vêxe, pêdivî bi pere heye. Her kes ji bo pereyan bi dest bixe neçar maye çi hewce be ji xwedayê xwe yê nû re pêşkêş bike.
Bi qasî xuya dikir, nirxa pîroz ked dihat firotin. Ev rewşek bû ku pere rê lê vedikir û mirov bi awayekî tîpîk pê dixapiya. Ya bi peran dihat firotin an jî mirov ji destê xwe derdixist bi tenê ked nebû. Beriya her tiştî ji bo mirov ew bi dest bixista hewcedarî bi bedeneke tenduristiya wê baş, ji bo bedeneke tenduristiya wê baş jî hewcedarî bi dayikekê û ji bo dayikekê jî hewcedarî bi jinekê heye. Ev ‘ji bo’ heta bi hetayê diçin. Her weha diviyabû ked kêrhatî bibûya. Ew nebûya nedihat firotin. Ji bo wê jî hewcedarî bi hoste, dezgehdar; hewcedariya wê jî bi ezmûna kar a hezar salan û keda wê heye. Heqdestekî besît (ziktêrkirin û hinekî zêdetir) lîstikek bû ji bo ku ev nirxên pîroz bi tevahî ji dest bêne derxistin. Dîrok û civak dihat firotin. Mirov û ferd bi vî awayî kiribûn amûr. Heta niha ti xwedayê civakî evqas li ser evdên xwe serdestî nekiribû.
Di dîroka pere de yek ji qonaxên girîng jî ew e ku madenên bi qîmet ên weke zêr û zîv êdî ji berdêlnîşandanê xilas dibûn. Ev şoreşa mezin ango şoreşa pereyê reş di sala 1970’î de pêk hat. Êdî pere bi temamî azad bûbû. Azadiya yekemîn, wexta bajarên azad ên Îtalyayê ew bi înstrumanên weke krêdî, sened û kaxizê ve girêdabûn pêk hatibû. Şoreşa mezin a duyemîn jî kengî Dolarê DYE’yê ji zêr û zîv hatibû qutkirin pêk hatibû.
Bi vê şoreşê bi awayekî fermî serdema fînansê dest pê kir. Dibinê pê şketina dîrokî de ku jêre pêngava mezin a sêyemîn a globalbûnê tê gotin, ev diyarde heye. Çawa ku tê zanîn, pêngava mezin a kapîtalîzmê ya globalbûnê cara pêşî di serdema bazirganiyê de (sedsalên 15.-18. P.Z.) tevgerên mêtingehkirin û nîv mêtingehkirinê bûn. Duyemîn tevgera mezin a globalbûnê di serdema pîşesaziyê de ango bi hesabekî kêm-zêde ji serê sedsala 19. heta çaryeka dawiya sedsala 20. dema pêngava emperyalîzmê û şerên neteweyî û çînî yên ji ber wê rûdane. Van demên behsa wan tê kirin li derdora çarsed salan dewam kirine û bêguman yek ji aktorên sereke yên van deman, pere ye. Mirov bi tevahî ji van deman re bigota dema pere, wê şaş nebûya. Xwedayê mezin ê modernîteya kapîtalîst (Zeus, Jupîter) dewleta netewe, xwedayê şer desthilatdarî (Ares û Mars), pere jî xwedayê nû yê ekonomiyê û serdema nû ye ku di dîrokê de bi giştî hemtayê wî nîne. Vî xwedayê hegemonya xwe daniye û xwedayên qedîm hemû tepisandine!
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)