NAVENDA NÛÇEYAN
Hovîtiya dewleta dagirker a Tirk ya li dijî mirovahiyê bi rengekî wehşiyet û bêhurmetî berdewam dike, êdî ji bo dewleta dagirker mirov nizane çi jê re bibêje ji ber dewleteke ewqas kiryarên bêhurmetî û bênamustî li ser mirovahiyê dimeşîne, tu dewlet nake. Dagirkeriya dewleta Tirk di dîroka xwe de û heya niha van kiryarên xwe yên qirêj dijî mirovahiyê bikartîne û berdewam dike. Dewleta Tirk a dagirker roj naçe ku li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê sûcekê din zêde neke, dewleta Tirk a dagirker ku cenazeyên gerîlayan parçe dike û hemû kiryarên li dijî mirovahiyê dike, îro jî cenazeyê gerîlayê bi navê Egîd Îpek bi rêya postaxaneyê ji malbata wî re şand.
Armanca wê ew bû ku gelê Kurd bi tirse û îradeya wê bişke, lê bila Faşîsta AKP’ê û MHP’ê baş bizanibe ne Kurdin ên ku ji van kiryarên wê bitirse yan jî bê îrade bibe, ew çiqasî kiryarên xwe yên qirêj bikar bîne em ê diha bêhtir bibin xwedî îrade û tolhildana xwe xurtir bikin dijî kiryarên wê yên qirêj, li hember îradeya gelê Kurd faşîsta AKP’ê û MHP’ê ew ê her bibinkeve tu carî nikare me bi lîstokên xwe yên qirêj bixe, yê ku dixwaze gelê Kurd bikeve ew ê bin bikeve, bi tolhildana xwe em ê her kolan, mal, dikan, sazî û dezgeh ji wan re bikin goristan.
Di dîroka kîjan mirovahiyê de ev wehşiyet hatiye nivîsandin?! wehşiyeta faşîsta AKP’ê û MHP’ê a li dijî mirovahiyê ne tenê duh, Îro û sibeye weşhşiyeta vê dewleta dagirker ew ê her kêlî berdewam bike, ji boyi vê wehşiyetê û bêhurmetiyê êdî bese..
Êdî bese heya kengî wê ev wehşiyet û dagirkerî li ser gelê Kurd were meşandin, êdî bese ji faşîsta AKP’ê û MHP’ê. Em ê Kurdistanê ji faşîsta AKP’ê û MHP’ê re bikin goristan, em ê xwe bikin agir û wek volkanekê bi ser wan de biteqin.
Em vê rojê ji bîr nakin, em ê bi rihê berxwedaniya Şehîd Egîd vê rojê di dîroka wan de bikin rojeke reş. êdî dem dema serhildanê ye, dem dema tolhildanê ye.
NC // ZERYA BAGOK