NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku cenazeyê Agît Îpek ê ku 2017’an li Dersimê di şer de şehîd bû, li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin bi rêya postayê piştî 3 rojan ji malbata wî re hatiye şandin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev yek kiryareke li dijî mirovahiyê ye û hate gotin, “Ev desthilatdarî di nebaşiyê de gihîştiye asta herî bilind.
AKP û MHP’ê bi vê kiryara xwe yeka nû li polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan zêde kiriye. Sûcekî li dijî mirovahiyê kiriye ku li devera cîhanê nehatiye dîtin. Serokwekîlê Koma AKP’ê ji bo vê bûyera li dijî mirovahiyê got ‘li gorî ûsilê ye, bûyereke edlî ye’ û hewl da asayî bike. Ev yek nîşan dide ku di dijminatiya xwe de ya li dijî Kurdan, ti eleqeya xwe bi nirxên civakî nemaye û asta wan a faşîzmê radixe pêş çavan.”
Meclîsên Ciwanan destnîşan kirin ku ew ê lis er bingeha sekna bi rûmet a dayikan dilsozên têkoşîna ji bo paşeroja azad bin û xeta berxwedana demokratîk xurt bikin.
Di daxuyaniyê de ev kiryara li dijî mirovahiyê hate şermezarkirin.