MEXMÛR – Li Mexmûrê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ciwanan bi daxuyaniyekê bêhurmetiya dewleta tirk a dagirker ya şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek (Kemal Berxwedan) bi rêya kargoyê ji malbatê re şermezar kir.
Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku desthilatdariya faşîst a Akp-Mhp dixwaze bi siyaseta xwe ya bê exlaq û bi tunekirina nirxên civakê, îradeya gelê Kurd bişkînin û ber bi qirkirinê ve bive.
Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wek gel em ne tenê li beramberî zilm û desthilatdariya Akp-Mhp’ê ve rû bi rû dimine, em beramberî dijminahiya desthilatdariya tevahî cîhanê ve rû bi rû dimînin. Li hemberî vê bi pêşengtiya Egîdan û şehîdên qehreman hertim berxwedanek bêhempa hatiye meşandin. Loma dijminên me bi polîtîkayên bê exlaq xwestiye hertim îradeya me bişkînin û bi me gava şunde bide avêtin. Ev bi sedsalane ku hertim Kurdan daxwaza mafê kirine bi komkujiyan re rû bi rû maye, ji 7 heta 70’ê salî hatine qetilkirin, çand û zimanê me hatine qedexekirin. Hebûna Kurdan hatiye înkarkirin, gorîstanên me hatine xerabkirin. Lê dijminê me hovitiyek din li wan zêdekir û bi riya kargoyê hestiyê berxwedêrê me ji dayika wî re şandiye. Ev hovitiya dijminê mîrovahiyê, bêhurmetî û bêrêzî wan li hemberî nirxên me hatiye asta herî dawî. Lê beramberî wan kiryarên hov jî têkoşîna şehîd Agît Îpek’an di asta herî jor didome. Dewleta dagirker a tirk û Erdoganê faşîst ku di nava qeyrana hilweşandinê de ne, yekane riya derketinê di qirkirina Kurdan de dibine. Ji bo xwe li ser piyan bigrin polîtîkayên tunekirina Kurdan didin meşandin. Yanî hebûna xwe di tunekirina gelê Kurd de dibine. Li dijî vê hişmendiya qirker û faşîst em jî wek TJCM û TCM bang li tevahî Gelê xwe ê Welatparêz û Ciwanên Kurdistanê dikin ku gotina şehîd Mazlum Dogan a “Berxwedan Jiyan e” ji bo xwe re bikin bingeh. Ji Botanê heta Serhedê û Amedê rihê agirê Berxwedanê geş bikin û tolê ji dijminê hov hilînin. Bila hemû kes malê xwe, taxê xwe û bajarê xwe ji bo dagirkeriyê bike goristan. Li dijî hovitiya dijminê dagirker em ê Têkoşîna Agît Îpekan bigihînin Serkeftinê!”
Daxuyaniya Ciwanên Mexmûrê bi sloganên “Şehîd Namirin”,”Bimre bindestî û dagirkerî”,”Bijî berxwedaniya Gelê Kurd û Kurdistanê” û “Bijî Serok APO”.