Li girtîgehan tevdîr nîne, mirin û vîrûs heye!

MED TUHAD-FED'ê têkildarî girtîgehan raporek amade kir. Di raporê de hate ragihandin ku doktorê kete koxûşên li girtîgeha Tarsûsê bi vîrûsa Covîd-19 bû.

AMED – Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Medê (MED TUHAD-FED), li ser talûkeya li dijî girtiyan û zextên li ser girtiyan daxuyanî da. MED TUHAD-FED’ê bal kişand ser rewş û talûkeya şewba kurevî ku li tevahiya cîhanî û Tirkiyeyê belav bûye û xwest rayedar, parazvanên mafê mirovan û hiqûqê guh bidin bang û daxwazê girtî û malbatên girtiyan.

MED TUHAD-FED’ê, anî ziman ku li gel hemû serlêdan û daxwazên wan Wezareta Dadê û rayedar li gorî tê xwestin tedbîran nagirin û girtî bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne. Federasyonê da zanîn ku pêkanînên ku hikûmet wekî tedbîr pênase dikin ne tedbîr in û wiha cih da daxuyaniyê: “Ev pêkanînên wezaretê li dijî tedbîran ji bo girtiyan gef e. Berê jî me diyar kiribû ku gardiyanên diçin derve û tê girtîgehê dikarin şewbê bi xwe re derbasî hundir bikin. Rêxistinên tenduristiyê û odeyên pîşeyî jî balê dikişînin ser vê talûkeyê. Ev talûke ji bo girtiyên nexweş û 65 salî rîskek mezin pêş dixe. ”

Federasyonê bal kişand ser polîtikaya AKP-MHP’ê û qanûna înfazê ku xistine rojeva meclîsê û wiha li daxuyaniyê zêde kir: “Di vê pakêtê de rêgeza wekheviyê tune ye. Li dijî vê pakêtê hem saziya me û hem jî saziyên neteweyî û navneteweyî bang kiriye û xwestiye li gorî rêgeza hiqûq û wekheviyê bê sererastkirin. Lê mixabin ev bang û daxwaz li ber çavan nehatiye girtin. Pêşnişar, fikar û rexneyên partiyên saysî û rêxistinen civakî li ber çavan nehatiye girtin. Ev hewldan malbatan dixe nava fikarek mezin.

Li gorî serlêdanên malbat û girtiyan ên hatine kirin û serlêdanên parêzeran, binpêkirinên mafan en li girtîgehan wiha ne:

* Li Girtîgeha Tipa D a Amedê xwarina girtiyan pir xerab e. Di xwarine de kezik, kurm û tiytên biyanî derketine. Dîsa ava girtîgehê bê navber qut dibe û bêhn tê. Li hemberî malbatên girtiyan neheqî tê kirin û tevî serledan û îtîrazan tu gav nehatiye avêtin.

* Li Girtîgeha C.İ.K. a Turkoglu ya Mereşê gardiyan tevî copan dikevin hundir û gefan li girtiyan dixwin. Disa mesayefa civakî binpê dikin.

* Li Girtîgeha Tipa T a Wanê, gardiyanan di 03.04.2020’an de bi ser qawîşên 3 kesan de girtine û girti Ramazan Simit, Harun Simit û Fırat Kırdag derb kirine.

* Li Girtigeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê gelek girtiyên nexweş çavên wan nabînin. Qirika wan dişewite û bêhna wan diçike. Li gel vê yekê wan nabin nexweşxaneyan.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Hîlwana Rihayê girtiyên nexweş nabin revîrê. Bijîşk tenê li ser vegotina girtiyan ilacan dinivîsin. Disa girtiyên nexweşên giran wan bi kelepçeyan dibin nexweşxaneyê.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, Bijîşkê ku çûye qawîşa girtiyan, di xwîna wî de vîrusa Covid-19 pozitif derketiye.

* Li Girtîgeha Tipa T a Osmaniye Girtiyê nexweş Sabri Kaya, li gel 3 caran rakirine nexweşxaneyê û rewşa wî giran e serbest nayê berdan. Şevê din disa rakirine beşa komayê.

* Li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmirê girtî İsmet Nice ji ber şewba vîrusa Covid-19 jiyana xwe ji dest daye.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 4 a Şakranê bijîşkê ku li revîre dinere di testa xwîna wî de Covid-19 pozitif derketye.

* Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girti Şevket Kamiş di yek hucreyê de tê girtin û her roj bi awayekî keyfî li hucreya wî lêgerîn tê kirin.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê kalê 70 salî Mehmet Yeter yê nexweş ji ber vîrûsê li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.

Her çend bêjin tedbir hatine girtin jî dîsa li girtîgehê Mehmet Yeter jiyana xwe ji dest daye. Ev pêkanîn nîşan didin ku li şûna tedbîr bêne girtin zext û binpêkirinê mafên girtiyan zêde bûne.”

Federasyonê herî dawî dîsa bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî kirin û xwest li gorî vê rastiyê guh bidin dengê wan û gavan bavêjin.

Nivîsa Pêş