NAVENDA NÛÇEYAN
“Ez ê vê hefteyê ji we re qala têkoşîn û hestên dayikan bikim. Dil dixwest ku ez ji we re behsa xweşikbûn, hêz û pîroziyên dayikan bikim. Lê mixabin êş û xemgînî nahêlin ku em behsa tiştên pîroz û keda wan bikin. A rast ez nizanim ji kur û çawa destpê bikim. Nizanim ji we re qala hestê Dayika Ceylan Onkol a 12 salî ku di 28’ê Îlona sala 2009’an de bi gulleyên artêşa Tirk hat qetilkirin, dema diçe cihê bûyerê çawa bedena perçekirî ya keça xwe kom dike bikim. Yan jî ji we re êş û kedera dayikên 34 ciwan û zarokên ku 28’ê Kanûna 2011’an ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve li gundê Roboskê yê hatin qetilkirin bikim. An ez ji we re behsa têkoşîna Dayikên Şemiyê ku ev 785 hefteyê li aqûbeta windakiriyên xwe digerim bikim. Em di cîhaneke welê de ne ku ne wijdan û ne jî nirxên etîk ên mirovahiyê mane. Li cîhana serdest û zilimkaran hemû mafê jiyanê tên binpêkirin. Mafê her mirovî heye ku ew bi layîqî bên definkirin, goreke wan hebe û şîna wan bê kirin. Lê ev jî ji bo dayikan rewa nayê dîtîn. Dayik bi salane li bendê ne ku cenazeyên windakiriyên xwe bigirin û defin bikin. Ev mafê xwezayî jî ji bo wan nayê dayin. Ji lewma ew bê navber têdikoşin û li edaletê digerin. Lê em di serdemeke wisa de ne ku navê dewlet û edaletê tenê ji bo berjewendiyan tê bi karanîn. Niha jî ji bo parastina mafê mirovan li dijî vîrûsa korona ev têgeh gelek bûye mijar. Dewleta Tirk bi pakêta qanûna înfazê careke din li pêş çavê cîhanê bê edaletiyê dike. Qanûna derdixe lê Kurd û demokrat weke mirov nayên dîtin. Ji lewma di nava pakêta wan de cîh nagrin. Derd û kula AKP û MHP’ê ne edelet e, efûkirina tecawizkar û çeteyan e. Tevî hemû nerazîbûnan jî careke din rûyê xwe yên reş nîşan didin û diminatiya xwe a li Kurdan vekirî dimeşînin.
Mijara herî girîng û bûyera sosret ku mînaka wê li ti dera nehatî dîtin jî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek (Kemal Berxwedan) ku bi kargoyekê teslîmî dayîka wî tê kirin e. Ev ne tene bêwijdanî ye, di heman demê de sûc e. Bêgûman aliyê wê yên hestiyarî bi taybet ji bo dayikê nayê vegotin. Ti kes nikare pênase bike bê ka dayikek dema parçeke ji bedena wê ku bi kedeke mezin hejandiye, mijandiye û lorandiye di paketekê de didine hesteke çawa ye. Kêlî û hestên bê vegotin. Gelo kîjan ol, kîjan wijdan û kîjan exlaq vê nêzîkatiyê qebûl dike. Mirovahî tu carî evqas rezîl ne bûbû. Van hovan bi qasî serê misqalî zerre para xwe ji mirovahiyê negirtine. Ez dixwazim bêjim ji xwe şerm bikin, lê ger ew rûyê wan ê jixweşerimkirinê hebûya jixwe ev bêexlaqî û bêwijdanî nedikirin. Ti gotin lê nayê ku mirov tarîfa ve bûyerê bike. Dîsa dayikên Kurd tevî êşa xwe ya bê vegotin jî meznatiya xwe diyar dikin. Dayika Egîd Îpek, Halîse Aksoy li hemberî vê bêwijdaniya dewleta tirk wiha dersa mirovahiyê dide.
“Dema cenazeyê lawê min bi pakêtek kargo ya bi rêya PTT’ê ji min re hat min hîs kir ku ew ji mirovahiyê derketine. Dixwazin çavê me dayikan bitirsînin lê em ji wan natirsin, bila ew ji nemirovbûna xwe fedî bikin”. Bi rastî ez nikarim li vê gotina dayika dilpola tiştekî zêde bikim. Tişta ku ez bêjim ev e, bila dîrok şahidê me be, kesên ku kirin tu vê êşê bikişînî, wê êşa herî mezin bikişînin.”
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA – AYSEL AVESTA