ENQERE – Pêşnûme Qanûna Têkildarî Guhertina Hin Qanûnan û Qanûna Têkildarî Bicihanîna Tevdîrên Ewlekarî û Cezayê ku ji 70’ê madeyan pêk tê û di serî de qanûna înfazê di 11 qanûnan de guhertinê çêdike, li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin. HDP, CHP û ÎYÎ Partî xwestin ku li ser temamiya pêşnûmeyê dengdana vekirî bê kirin, lê belê ev daxwaza wan hate redkirin.
Dengdan bi rêbaza elektronîk hate kirin. Di dengdanê de 330 parlamenterî deng bi kar anîn. 279 parlamenterî dengê ‘erê’, 51 parlamenterî jî dengê ‘na’ dan û di encamê de pêşnûme hate qebûlkirin.
Mûxalefetê têkildarî pêşnûmeyê daxwaza 210 guhertinan kir, lê belê ev daxwaz bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin.