QENDÎL – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, herêma Zînê Wertê bombebaran kirin ku ev demeke li herêmê di navbera hêzên YNK û PDK’ê de alozî hebû.
Balafirên şer ên Tirk şevê din di saetên dereng de herêma Zînê Wertê ku dikeve navbera çiyayê Karox û Binarê Qendîlê de bombebaran kir.
Têkildarî encamên bombebaranê heya vê kêliyê ti zanyariyek bidest neketiye.
Devera Zînî Wertê ev demeke di rojevê de ye û her ku diçe aloz dibe. Zînî Wertê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye, lê herêmeke dikeve nava sînorên dibin serweriya rêveberiya YNK’ê de. Ev der Herêma Raperîn û Soran bihev ve girê dide, her wiha dikeve navbera çiyayên Karox û Qendîlê, lewma jî cihekî stratejîk e. Demek beriya niha di navbera YNK û PDK’ê de li ser herêmê alozî çêbibû, piştî nîqaşan herdu aliyan lihev kiribû ku lîwaya 7 a piyade girêdayî Wezareta Pêşmergeyan e û ji hêzên YNK û PDK’ê pêk tê, li herêmê bicih bibe. Paşê hatibû îddîakirin ev hêz ji herêmê vekişiyaye tenê hêzên ser bi YNK’ê li herêmê bicih bûne. Pêr jî hatibû gotin ku PDK’ê hêzek nû û çekên giran şandine herêmê û alozî zêdetir bû.Hemwextê çûyîna hêzeke nû ya PDK’ê li herêmê, balafirên şer ên Tirk jî bênavber li ser herêmê firîbûn.
Duh Komîteya Peywendiyan a KCK’ê jî hişyarî dabû hêzên ku bûne sedem li Zînê Wertê alozî rû bidin û ji hemû hêzan xwestibû, vegerin qadên xwe û herêmê terk bikin. Her wiha di heman daxuyaniyê de hatibû gotin, dewleta Tirk dixwaze careke din Kurdan bihev bixîne û ji gelê Başûrê Kurdistanê jî hatibû xwestin, zext li partiyan bikin, da ku dest ji hewldanên li herêmê bicihbûnê berdin û nebin sedema aloziyên nû di navbera Kurdan de.