MEXMÛR – Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker saet derdorî 13:10’ê de sivîlên ku li Mexmûrê ji bo lawirên xwe biçêrînin li derdorî Mexmûrê kirin hedef.
Li gorî agahiyên hatin girtin balafirên şer ên Tirk carekî din jî heman herêm bombe kiribûn û sivîl şehîd bûbûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di êrîşê de sivîlên şehîd û birîndar bûne hene. Her wiha li herêmê li gorî agahiyên hatin girtin du rojin tevgera zêde ya keşfê li ser esmanên Mexmûrê heye.
Têkildarî nasnameyên şehîd û birîndarana wê agahî piştre bên parvekirin.