QAMİŞLO – Çeteyên bi navê Difayî Wetenî yên girêdayî hêzên rejîma Sûriyê, bi bombeyan destan êrîşî navendek ya kontrolê ya hêzên Ewlekariya Navxwe ya li ser Cehdeya Selam a li navenda Qamişloyê kirin. Di êrîşê de windahiyên canî çênebû lê ziyanên madî çebû.
Çeteyên bi navê Difayî Wetenî, di rojên derbasbûyî de êrîşî wesayîtek ya asayîşê kiribûn. Di êrîşê de endamek yê asayîşê şehîd ket û endamek ji birîndar bibû.