NAVENDA NÛÇEYAN – Bi giştî li seranserê cîhanê hejmara kesên bi Koronayê ketine, 2 milyonî derbaz kir û zêdetirî 146 hezar û 899 kes jî mirine.
Roj bi roj li seranserê cîhanê, hejmara kesên bi Koronayê dimirin û pêdikevin, zêde dibe. Li gorî sîteya ‘Worldometer’ heya niha li seranserê cîhanê 146 hezar û 899 kes mirine.
Heman çavkaniyê ragihand ku li seranserê cîhanê hejmara kesên bi Koronayê ketine jî, gihiştiye 2 milyon û 184 hezar û 743 kesan. Herwiha hate gotin ku heya niha rewşa 553 hezar û 260 kesên bi Koronayê jî ketibûn, baş bûne.