NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) di darbarê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî kampa Mexmûrê ku di 15’ê Nîsanê de pêk hat, daxuyaniyek weşandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;
“Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yekîtiya Ciwanên Êzidî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar dikin û her sê jinên ku şehîd bûne bibîrtînin. Dewleta Tirk a dagirker û şefê wê yê faşîst Erdogan êrîşên xwe yên li dijî gelê me her roj zêdetir dikin. Ev êrîş nîşan dide ku êdî dawiya faşîzma AKP-MHP’ê nêzîk buye û nefesa xwe ya dawiyê dide. Bi êrîşên bi vî rengî wê nikaribin encamê bigirin. Dewleta Tirk ya dagirker çawa êrîşî Rojava û Şengalê dike bi heman rengî êrîşî kampa penaberan a Mexmûrê jî dike. Van êrîşên xwe jî bi hevkariya PDK’ê dike. Ji aliyekî de kampa Mexmûrê hatiye dorpêçkirin û di bin ambargoyê de ye ji aliyekî jî bi balafiran tê bombebaran kirin û welatiyên kampê tên qetilkirin.
Lê divê dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wî baş bizanin ku bi êrîşan nikarin hêz û vîna gelê Kurd têk bibin. Dewleta Tirk ji salên 90’î de heta roja îro êrîş dike, dikuje, digire, keçber dike, gundan dişewitîne lê nikare bi serbikeve. Gelê Kurd êdî xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kiriye. Ti hêz û êrîş nikare têk bibe. Sedema êrîşên dewleta Tirk tirsa ji hêz û vîna jinan e. Lê îro bi hezaran jin li ser fikrên azad xwe bi rêxistin kirine. Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yekîtiya Ciwanên Êzidî emê li ser şopa şehîdan bimeşin û tola wan hilînin.”