BAYBURT – Her roja ku diçe şertên li girtîgehan bi belavbûna koronavîrûsê (COVÎD-19) re fikar û metirsî zêde dibe. Piştî ku paketa 3’emîn ya înfazê li Desteya Meclîsa Giştî bi rayên rejîma faşîst a AKP û MHP hate erêkirin, dest bi xebatên tehliyekirina 90 hezar girtiyên edlî yên ku li benda berdanêbûn kirin.
Niha jî girtiyên siyasî yên li girtîgehan di bim metirsîyek mezin de ne. Girtîya siyasî Gamze Yigitel a ku li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê bi telefonê li gel malbata xwe axivî, bal kişand li ser şertên girtîgehê, îdareya girtîgehê bi ti şêweyî tedbîr ne girtine û anî ziman ku maskeyan bi pereyan di firoşin wan.
Gamze Yigitelê di axaftina xwe ya bi telefonê ya bi malbata xwe re kir ev anîn ziman: “Li vir ji ber vîrûsê ti tedbîr nayên girtin. Ne dezenfekten ne maske nayên dayîn. Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul dibêje ku li girtîgehan ti pirsgirêk nîne lê belê test nakin ku bizanibîn pirsgirêk heye yan na. Em jî nizanîn. Ji berî niha 3 hefteyan li pêşiya girtîgehê dengên ambûlansan pir dihat. Em jî nizanîn sedema hatina ambûlansan çibû. Em nizanîn ku ji ber vîrûsê hatine yan tiştek din hebû. Wê rojê ne hatin hejmar ne girtin. Îro em li vir 30 jinin û li vir tiştek li me were berpirsyarê vê desthilata AKP’ê ye. Paketek nû ya qanûna derêxistin lê ev ji bo tacîziyan û tecawîzkaran derêxistin. Gardiyan maske û lepikan bi kar tînin lê ev têrê nake. Derî vedikin û ji bo hejmarê bigrin dikevin qawîşên me û derdikevin. Maskeyan di kantînan de bi pereyan difiroşin. Yekê bi 4 TL yan didin. Ji bo em bikaribîn bistînin aboriya me nîne.”