TEV-DEM’ê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li Mexmûrê şermezar kir

TEV-DEM, êrîşa hovane û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Mexmûr a di bin ambargoya PDK’ê de ye şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê êrÎşên artêşa Tirk ên li dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê) şermezar kirin.

Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:

“Tevî ku sekreterê giştî yê NY`yê ji bo rewşa cîhanê û nexasim rewşa Rojhilatê Navîn, her wiha da ku hîn zêdetir pêşî li belavbûna pandemiya (Covid-19) were girtin, ji ber vîrus ji şer xeternaktir e û berjewendiyên dewletên peywendîdar asteng kirin, ji ber ku di rastiya xwe de ev dewlet hewldana qezenckirina xewnên xwe yên berfireh dikin, banga agirbestê kir.

Di cîhanê de dewleta Tirk dewleta herî zêde şerê îradeya gelan dike, naxwaze gel vîna xwe bi dest bixe û wekî sûcdarî dibîne, li gel vê yekê dewleta Tirk li dijî gelên Kurd, Ermen, Suryan û Asûran komkujî pêk anîne.

Da ku dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne û êrîşî sivîlan neke , bangên li mezintirîn rêxistinên cîhanê hate kirin, lê hikumeta Tirk a faşîst rewşa hikumeta Iraqê ku ne aram e, şantaj dike, her wiha baweriya bi Partiya Demokrat Kurdistanê keysbaz dike û bi vê yekê serweriya xwe li ser cografiyeke berfireh dike, lewma êrîşî kampa Mexmûrê ya penaberên sivîl dike û di encamê de 3 jin şehîd bûbûn. Li hemberî vê yekê jî hikumetên Bexda û Hewlêrê bê deng in û hîn zêdetir derfet ji dagirkeriya Tirkiyê re vedibe.

Em TEV-DEM`ê êrîşên hovane û topbaranan şermezar dikin û bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê dikin ku li hemberî van êrişan, nexasim PDK`ê ku kampa Mexmûrê dorpêç kiriye, bi berpirsyariyên xwe rabin. Armanca dewleta Tirk ji dorpêçkirina kampa Mexmûrê ew e ku xizmetên mirovî, av û ba li ser sivîlan qut bike. Ew kes sivîl in, ne terorîst in, lê dewleta Tirk a dagirker van rewşan keysbaz dike û êrişî îradeya gelê Mexmûrê dike.”

Nivîsa Pêş