SILÊMANÎ – Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Tekoşer, îro li bajarê Silêmaniyê di derbarê bi cih bûna PDK’ê li Zînî Wertê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de belavok li welatiyan belavkirin.
Ciwanan bi dehan belavok di kolanan, malan û di nava trafîkê li ser şêniyên Silêmanî belav kir.
Di belavokê de wiha diyar kirin:
“PDK’ê di çarçoveya plana dewleta Tirk a dagirker ya dagirkirina Başurê Kurdistanê de hêz û cebilxane şandiye herema Zînê Wertê ya Qendîlê. Di nav hêzên PDK’ê de endamên MÎT’ê jî hene û ev endamên MÎT’ê li herêmê xebatên keşifê dikin. Piştî keşfê balafirên dewleta Tirk a dagirker bi seatan heremê bombebaran dikin.
PDK bi dagirkeriya Tirk re ketiye nava hevkariyê û îro li Zînê Wertê û Mexmûrê destê xwe davêje can û xwîna Kurdan. Dewleta Tirk a dagirker, dixwaze xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne. Ji bo vê jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ji xwe re asteng dibîne û destpêkê dixwaze gerila tune bike. Ji ber vê jî êrîşî Qendîlê dike. Hêz şandina PDK’ê jî di vê çarçoveyê de ye. PDK dibe hevparê dagirkeriye Tirk û dihêle ku hemû axa Başurê Kurdistanê were dagirkirin.
Ji bo ku dewleta Tirk a dagirker li Başurê Kurdistanê were têkbirin divê destpêkê li Zînê Wertê were têkbirin. Divê ji îxanet û hevkariya PDK’ê re helwest were danîn û li dij bê derketin. Ger em ji PDK’ê re nebêjin bes e dibe ku sibe dereng be. Em îro ji bo Zînê Wertê dengê xwe dernexin dibe ku sibe Kerkuk jî û hemû başûrê Kurdistanê bi destê PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk de bê dagirkirin.”