NAVENDA NÛÇEYAN – Li Lîbyayê 4 balafirên keşfê yên dewlata Tirk a dagirker hatin xistin.
Artêşa Niştmanî ya Lîbyayê ragihand ku bi giştî asîmanê Lîbyayê hatiye kontrol kirin û pergalên parastinê yên asmanî yên pêşketî, bi dest xistine.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê daxuyakirin ku di 24 seatên dawî de 4 balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker xistin xwarê. Li bajarên Benî Welîd û Terhûna yên Rojhilatê paytexta Terablusê, balafir hatine xistin.
Tê gotin ku ji 4’ê Nîsanê ve, 74 balafirên keşfê yên ji cureya Bîr Deqedar yên dewleta Tirk li Lîbya hatine xistin.