NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wan li Taxa Kûmkûyû ya Erdemlîya Mêrsînê, li taxa Halkali ya Kuçukçekmeceya Stenbolê û li mintîqeya Kûm a Manavgata Entalyeyê hin çalakî li dar xistine.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku di 16’ê Nîsanê de li Taxa Kûmkûyû ya Erdemlîya Mêrsînê depoya mala kesekî faşîst şewitandine. Înîsîyatîfê diyar kir ku wesayît û motorbisiklêta vî kesê faşîst bûye xwelî.
Înîsîyatîfê diyar kir ku di 16’ê Nîsanê de tesîseke veguherandinê ya li taxa Maltepe ya Zeytînbûrnûya Stenbolê jî şewitandine.
Înîsîyatîfê di daxuyaniya xwe de got ku, “Di 17’ê Nîsanê de jî fabrîkeyeke kaxizan a li taxa Halkali ya Kuçukçekmeceya Stenbolê jî hate şewitandin.
Li mintîqeya Kûm a Manavgata Entalyayê jî keştîya ger û seyranê ya ji bo 200 kesî ya bi navê Brothers Fîve Nordîc hatiye şewitandin. Ev keştî bûye xwelî û keştîya gerê ya li kêleka wê ya bi navê Grand Lînda jî şewitiye, her du keştî bûne xurde. Patronên faşîst ên ku bi hatina ji tûrîzmê piştgiriya barbaran dikin, ketine bin xisareke mezin.”