AMED – Egît Îpek (Kemal Berxwedan) ê Gerîllayê HPG’yê di êrîşek artêşa dewleta Tirk a dagirker de di 23’yê Gulana 2017’an de li Girê Xelasor ê Dersîmê tevlî kervana nemira bû. Piştî agahiya şahadeta wî şehîd Egît malbatê ji bo testa DNA’yê xwîn da û xwest cenazeyê wî bigire. Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê piştî encama testa DNA’yê a li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê diyar bû di 2’yê Adarê de hestiyên wî xistin paketan û weke kargo bi riya postê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şandin. Dayika şehîd Egît Halîse Aksoy ji bo cenazeyê kurê xwe bigire 3 salan têkoşîn da. Piştî 3 salan ji nişka ve cenazeyê Egît di 10’ê Nîsanê de di paketeke kargoyê de radestî dayika Halîseyê hat kirin.
Cenazeya şehîd Egîd di heman rojê de ji aliyê malbatê ve li taxa Tizyan a Mêrdînê hat definkirin. Di dema anîna cenaze de jî leşkerên dewleta Tirk a dagirker gund dorpêç kirin û nehêştin gundî beşdarî merasîma definkirinê bibin. Tenê 3 kes beşdarî merasîmê bûn û leşkerên dagirker nehêliştibû dayika Halîseyê jî tevlî merasîmê bibe.
Dayika Halîse di derbarê jiyana Şehîd Egîd de ji me re axivî;
“Şehîd Egîd di sala 1995’an de li Amedê ji dayik dibe. Lê Egîd îpek bi eslê xwe ji Mêrdîna navçeya Qoserê ne. Ji ber zext û zordariya dewleta Tirk koçberî Amedê dibin. Ji wir jî berê xwe didin Stanbolê. Şehîd Egîd di malbatekî welatparêz de mezin dibe. 4 bira û 4 xwişkên. Şehîd Egîd zaroktiya xwe li welatekî biyanî û bi çandekî biyanî mezin dibe. Lê ruxmê vî jî şehîd Egîd dibe zarokekî wek navê xwe. Li kolanê, dibistanê cihê ku Şehîd Egîd diçe tu car navê wî û giringîya wî nayêjibîr kirin. Şehîd beriya ku tevlî refên gerîlla bibe, Tevgera Ciwanan nasdike û di kar û xebatên Ciwana de rolekî digire ser milê xwe. Şehîd Egîd di sala 2010’an de tevlî refên Gerîlla dibe. Şehîd Egîd di 23’ê Gulana 2017’an de bi komekî hevalê xwe re bi lehengî û fedayî diçe Tepeya Xelasor a girêdayê Navenda Dersimê. Şehîd Egîd û hevalên wî bi awayek serkeftî li ser leşkerên dewleta Tirk a dagirker çalakî pêk tîne. Di vê çalakiyê de 8 leşkerên dewleta Tirk a dagirker tên kuştin. Şehîd Egîd jî bi lehengî şer dike û şehîd dikeve.
Şehîd Egîd di çalakiyek serkeftî de tevlî kerwanên nemira dibe. Cenazeya wî dikeve dest dewleta Tirk a dagirker. Û êdî çîroka dayika Halîse û bi Egîdê nemir re destpê dike.
Me jî dayika Halîse û Şehîd Egîd, bi wêneyên ku pakêt ku hestiyên Şehîd tê de ye dayika Halîse naskir. Şehîd Egîd, di çalakiya xwe ya dawî de bibû leheng. Ew leheng bi hestiyên xwe di hêmbêza dayika xwe de ye û dayika wî wek Egîdek disekine.
‘Ji vir û şûn ve em dayika Şehîd Egîd dayika Halîse guhdar bikin’
‘’Egîd yek salîbû em çûn Stanbolê. Egîd li Stanbolê xwend û mezinbû. Egîd di zaroktiya xwe pir şirînbû ji alî her kesî pir dihat hezkirin. Egîd ji şer hîç heznedikir. Ruxmê ku her êrîşê wî dikirin ew her ji şer di reviya. Nedixwest şer bike. Rojekî pi ciwanekî re şer dike. Pozê ciwan xwîn dibe. Pişt re bi perê xwe yê dawî diçe pozê ciwan pasûman dike. Egîd wek navê xwebû. Çi bibiya Egîd isyan nedikir, berxwe dida. Egîd ji hevaltî û hevalên xwe pir hezdikir. Li dibistanê jî ji alî heval û mamosteyên xwe ve jî pir dihat hezkirin lê ji alî faşîstan jî hîç nedihat hezdikirin.
Egîd çû. Me agahiya wî girt, ji 2017’an heta roja ku me hestiyê wî girt. Em li pê hestiyêbûn. Her me gerandin bi salan me gerandin. Lê me tu car pes nekir. Herî dawî bi PTT’ê di kutuyekî de dan me. Di dîrokê de tiştekî wiha çênebûye. Em vî rewşî qebûl nakin. Bila tu kes jî qebûl neke. Êdî me fêmkir mirovatiya wan nemaye.
Me cenazeya xwe girt. Bi pênç kesan me cenazeya xwe veşart. Ew jî artêşekî hatibûn. Riya me girtin nehiştin kes were lê me cenazeya xwe bi dua û sloganan veşart. Em ê tu carî vê rewşê qebûl nekin û ez dibêjim bila tu kes jî gelê Kurd jî qebûl neke.
Dixwazên me bitirsînin lê çi dikin bila bikin em natirsin. Di şexsê Egîd de zilm li hemû gelê Kurd hate kirin dive gelê Kurd şiyar be.